STENBOL – Selma Odûncû, dayika Zerdeşt Odûncû ku li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê ji 16'ê Kanûna 2018'an ve di greva birçîbûnê de ye, diyar kir ku kurê wê di hucreya yekkesî de ye û niha nikare bi tena serê xwe pêdiviyên xwe bi cih bîne.
Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan da destpêkirin ji 8'ê Mijdara 2018'an ve didome. Her wiha bi heman daxwazê çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan jî didome. Yek ji girtiyên di greva birçîbûnê de jî Zerdeşt Odûncû yê 27 salî ye.
Odûncû, di sala 2011'an de wexta li Dêrika Mêrdînê li ser înşeatê dixebitî, bi hinceta "bombeya bideng avêtiye" hat girtin û 174 sal ceza lê hat birîn. Odûncû, di 12'ê Sibata 2014'an de ji bo protestokirina "komploya 15'ê Sibatê" li Girtîgeha Jimare 2'yan a Tîpa F a Tekirdagê agir berdabû bedena xwe û wî rakiribûn Nexweşxaneya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Trakyayê. Odûncû niha li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê ye û ji 16'ê Kanûna 2018'an ve di greva birçîbûnê de ye û bi tena serê xwe di hucreyeke yekkesî de ye.
Dayik Selma Odûncû, anî ziman ku 8 sal in kurê wê di girtîgehê de ye û di sala 2014'an de wexta çalakiyeke fedaî kiriye, li Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Trakyayê kes pê re eleqedar nebûye û kurê wî li jêrzemînê li odeyeke tije mêş dane sekinandin, bijîşkan ew yedawî nekiriye tenê vazelîn li birîna wî dane.
‘XWÎN JÊ TÊ'
Odûncû, diyar kir ku piştî greva birçîbûnê tenduristiya kurê wê xirabtir bûye û wexta kurê wê dikuxe xwîn ji deva tê û got: "Nikaribû 30 saniyeyî jî li ser piya bisekine. Ji bo wênegirtinê dema rabû ser piya, nikaribû bisekine û xwe spart dîwar. Tim navêşî dibe û xwîn jê tê. Gêja wî diçe, dilê wî dixele. Vîtamînan nadinê. Her wiha tim ava bişekir, ava fêkiyan jî nadin."
Odûncû, diyar kir ku kurê wê di hucreyeke yekkesî de dimîne û niha nikare bi tena serê xwe pêdiviyên xwe bi cih bîne û got: "Di nav rojê de hma bêje qet ji nav ciyan dernakeve. Ji ber bi tena serê xwe dimîne, nikare pêdiviyên xwe yên sereke bi cih bîne. Ditirsim tiştek bê serê wî."
‘DIVÊ GELÊ KURD RABE SER PIYA'
Odûncû, anî ziman ku lê dîsa jî moralê kurê wê pir xurt e û kurê wê gotiye: "Ji bo têkoşîna gelê kurd, ji bi ruhê Kurdistanê bila canê min feda be. Ez ê li pêyî doza xwe bim. Em li dijî zilmê û zalimtiyê ketin greva birçîbûnê. Birêz Ocalan û girtî tên îşkencekirin. Heta ev îşkence bi dawî nebe û daxwazên me neyên qebûlkirin, wê berxwedana me dewam bike. Divê gelê kurd rabe ser piya. Bila ciwan li girtîgehan nemirin."
‘SERBILIND IM'
Odûncû, anî ziman ku ew bi kurê xwe serbilind e û got: "Xwedî li doza Zerdeşt derdiekvim. Jixwe di girtîgehê de ye û li hucreya yekkesî tê tecrîdkirin. Eger wê ev qas sal di girtîgehê de be û bimire, hema bila têkoşna xwe berdewam bike çêtir e. Qet nebe wê ev îşkence bi dawî bibe û wê dilê dayikên din neşewite. Ez bi kurê xwe serbilind im. Eger bimire jî wê bi şerefa xwe bimire. Zarokên me ne tenê e. Em li cem wan in. Bila daxwazên wan bên qebûlkirin. Bila êdî ciwanên me nemirin. Bila ştî çêbibe. Ji destê me çi bê em ê bikin. Em ê bi ser bikevin."