AGIRÎ - Namzetên HDP'ê yên Avkevirê Derya Ogûl û Yûsûf Aladag, diyar kirin ku li navçeyê ew doza dengên kurd, azerî û tirkên karapapakan dikin û ew ê bi awayekî wekhev nêzî her kesî bibin.
Ji hilbijartina herêmî ya 31'ê Adara 2019'an re 8 roj man. Partiyên siyasî jî xebatên xwe dilezînin. Li navçeya Avkevirê ya Agiriyê ku hejmara hilbijêrên wê 12 hezar in, namzetên HDP'ê Derya Ogûl û Yûsûf Aladag in. Her du namzetan destnîşan kir ku ew doza dengên 12 hezar hilbijêran dikin.
'EM PROJEYÊN XWE VEDIBÊJIN'
Namzet Derya Ogûl, diyar kir ku li navçeyê bi tu awayî jin di asta hilberînê de cih nagirin, lê belê niha pergala hevserokatiyê bala jinan dikişîne. Ogûl, anî ziman ku ew li her derî projeyên xwe yên der barê jinan de û vedibêjin û behsa HDP'ê dikin.
Ogûl, bilêv kir ku li navçeyê ji bo jin û zarokan qad tune ne, lê belê wexta ew bên ser kar ew ê parkên modern çêbikin. Ogûl, destnîşan kir ku armanca wan xizmet e û got: "Em şaredariyeke şefaf esas digirin. Em ê bi awayekî wekhev xizmetê ji bo her kesî bikin."
PIRSGIRÊKA AV, ÇOP...
Namzet Yûsûf Aladag ku li navçeyê esnaftiyê dike jî got: "Li navçeyê pirsgirêka çopê heye. Nêzî du sal in av naherike. Li navçeyê pirsgirêka avaniya binerd û sererd heye."
Aladag, diyar kir ku ew ê bi tu awayî cihêkariyê nekin û guh bidin her kesî û ji bo çareserkirina pirsgirêkên navçeyê ew talibê dengên her kesî ne.
MA / İrfan Tuncçelik