ŞIRNEX - Parlementera HDP’ê Nûran Îmîr, bal kişand ser peyama di Newroza Cizîrê de hat dayîn û got: “Ligel ablûkeyek zêde jî bi deh hezaran kes beşdar bûn. Cizîrê ev Newroz diyarî Zulkuf Gezen kir û peyama dê bi berxwedanê tecrîd bişike da.”
Li herêma Botan, coş û pîrozbahiyên Cejna Newrozê yên îsal ên li Cizîr, Qilaban, Hezex, Sîlopî û Şirnexê salên 1990’î bibî xist. Ligel abulek pir zêde ya polîs û leşkeran jî, bi hezaran kes herikin qadan. Cizîriyan Newroza îsal diyarî Zulkug Gezen ê li dijî tecrîda Îmraliyê çalakî pêk anî, kirin û grevên birçîbûnê silav kirin. Gelê Cizîrê, carek din berxwedana xwe li dîrokê nivîsan û bi vê berxwedanê xwe amade dike ku di hilbijartina 31’ê Adarê de bersivek xurt bide polîtîkayên qeyûman.
‘BOTANÊ CAREK DÎN DÎROK NIVÎSAND’
Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Şirnexê Nûran Îmîr, pîrozbahiyên Newrozê yên li herêma Botanê hatin lidarxistin nirxand û got: “Îsal li Botanê li 5 qadan Newroz pîroz kirin. Bi dehezaran kes bi kesna xwe, tilîlî, coş, peyam, cil û bergên xwe daketin qadan. Gelê Botanê carek din ji 7 salî heta 70 salî dîrok nivîsandin.”
‘LI DIJÎ TECRÎDÊ DAKETIN QADAN’
Îmîr, da zanîn ku di Newroza îsal de gelê Cizîrê li dijî tecrîdê daketin qadan û wiha axivî: “Ligel hemû bûyerên li Cizîrê hatin jiyîn jî, gel bi înat xwest peyama ‘Vaye em liv irin’ bide û da jî. Hêrs û kîna gel mezine. Ji ber vê gelê Botanê dîlana xwe ya azdiyê gerand. Xwest ku carek din nîşanî dost û dijmînin xwe bide ku gelê Kurd tim xwedî vîna xwe derdikeve û li ser piyane. Dîsan Cizîrê xwest bi tevlîbûnek mezin bersiv bide tecrîda li ser Birêz Ocalan.”
‘BI HÊZ HATIN LÊ TÊKÇÛYÎ VEGERIYAN’
Îmîr bal kişand ser atmosfera Newroza Cizîrê jî û wiha bilêv kir: “Gotinek kal û pîrên Kurdan heye, dibêjin ku ‘Siwar hatin, peya çûn.’ Polîs û leşker ji bo ablukeya Newrozê û çavtirsandina gel bi hêzêk mezin hatin, lê bi rihekê têkçûyî vegeriyan. Dinava xwe de diaxin û digotin ’70-80 hezar mirov hatine. Ev lêgerîn vale ne. Ev cihên kontrolê valene.’ Gelê dîsan xwedî Newroz û çanda xwe derketin û peyamên girîng dan hemû cîhanê.”
‘BOTAN LI QADAN DENG VEDA’
Îmîr, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Gelê Botanê di Newrozê de ev peyam da ‘Em Kurdin, em li virin û dê kes nekare bi vîna me bilîze. Em xwedî vîna xwe û xwe derdikevin. Emê bi berxwedana xwe tecrîdê bişkînin.’ Gelê Cizîrê Newroza xwe diyarî Zulkuf Gezen kir. Bi rihê Newrozê gel ji niha de bersivek xurt da 31’ê Adarê. Botan di Newrozê de bû dengê çalakgerên di grevên birçîbûnê de. Ji bo şikandina tecrîdê û hilweşandina faşîzmê coşa Newrozê bû pêngava destpêkê.”
MA / Bêrîvan Altan