SEMSÛRÊ - Dadgehê 7 kesên li Bulam û Çêlikan a Semsûrê 4 roj berê di serdegirtina malan de hatin binçavkirin, piştî îfadeya wan girt serbest berdan.
Polîsan 4 roj borê li navçeyên Çêlikan û Bûlamê yên Semsûrê bi ser gelek malan de girtibûn û 7 kes binçav kirin. Kesên ku di navde Namzetê Hevşaredariya HDP'ê yê Bûlamê Huseyin Uzun û welatî Turan Uzun, Efkan Sucu, Mehmet Oztorun, Şerif Yumrutepe û li navçeya Çêlikanê Ertan Çalişkan û Huseyin Duz jî hebûn binçav kirin. Piştî lêpirsîna li Midûriyeta Polîsan a Semsûrê sewqî Edliyeya Semsûrê kirin. Dozger piştî îfadeya 7 kesan girt bi îdîaya "alîkarî daye rêxistinê" sewqî dadgehê kir. Heyeta dadgehê jî piştî li îfadeyê 7 kesan guhdar kir bi şertê kontrola edlî serbest berdan.