AYDIN - Li navçeya Efelerê, Ercan Ozturk hevjîna xwe Zeynep Ozturk kuşt. Zeynep Ozturk xwestibû dev ji Ercan Ozturk berde.
Li navçeya Efeler a Aydinê, Ercan Ozturk (51) hevjîna xwe Zeynep Ozturk (45) kuşt. Ercan Ozturk hevjîna xwe li dikana xwe kuşt û paşê li polîsan geriya. Ekîba tenduristiyê hat cihê bûyerê û diyar kirin ku Zeynep ozturk jiyana xwe ji dest daye. Polîsan bersûc binçav kirin.
Hat diyarkirin ku Ozturk xwestiyê ji Ercan Ozturk veqete û doz vekiriye û wê danişîna dozê di 5'ê Nîsanê de pêk bihata.