ÎZMÎR – Li Taxa Yamanlar a navçeya Karşiyakayê, deriyê kurd û elewiyan hatin îşaretkirin.
Îro danê sibehê li Taxa Yamanlar a navçeya Karşiyaka ya Îzmîrê, derî û dîwarên 6 malên kurd û elewiyan hatin îşaretkirin. Li ser vê şêniyên taxê li polîsan geriyan. Polîsên hatin tenê girtek nivîsandin û ser cihên îşaretkirî boyax kirin û çûn.
Parlementerê HDP'ê yê Îzmîrê Mûrat Çepnî jî çû serdana welatiyên deriyên wan hatine îşaretkirin.
‘EM LI VIRA NE NATIRSIN'
Rêveberê HDP'a Navçeyê yê berê Huseyîn Akgul, diyar kir ku li taxê mereşî û elewî dijîn û got: "Ev hedefnîşandan e. Em civakek in û naxwwazin vê yekê bibînin û qebûl bikin. Bi salan e elewî bi van pêkanînan re rû bi rû dimînin. Dixwazin me bitirsînin. 10 roj berê AKP'î hatin li taxê broşur belav kirin û doza dengan kirin. Me got 'tu rayeke me yî ku em bidin AKP'ê tune ye.' Ev daxwazeke herî xwezayî ye. Me bertek nîşandabû, paşê ev bûyer qewimî. Tu hisûmeteke me bi kesî re tune ye. Em li vira ne û natirsin."
Parlementerê HDP'ê yê Îzmîrê Mûrat Çepnî jî, destnîşan kir ku divê demildest kiryar bên dîtin û çi hewce be divê bê kirin.