MÊRDÎN – Li Mêrdînê endama Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Nesrîn Çeçen û endamê Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Koçer Sason hatin binçavkirin. Her wiha Polîsan dest danî ser amûrên nûçeghanê me Ahmet Kanbal û nûçegihana Jinnewsê Rojda Aydin. Polîsan gef li rojnamevanan xwar.
Di çarçoveya xebatên hilbijartinê de, li Mêrdînê endama Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Nesrîn Çeçen û endamê meclîsa Partiyê ya DBP'ê Koçer Sason hatin binçavkirin. Wesayîta endamên partiyê li têketina Mêrdînê hat sekinandin û Çeçen û Sason jî hatin binçavkirin. Her wiha polîsan dest danî ser amûrên nûçeghanê me Ahmet Kanbal û nûçegihana Jinnewsê Rojda Aydin ku her du jî di wesayîta endamên partiyê de bûn.
Polîsan gef li Kanbal û Aydinê xwarin. Her wiha polîsan nûçegihanê me Kanbal derb kirin û sixêf ji nûçeghana Jinnewsê Aydinê re gotin.
Amîrê TEM'ê ji nûçegihanê me Kanbal re got: "Ahmet, tu vî ruyî ji bîr neke. Ez ê te ji bîr nekim.