ŞIRNEX – Xizmên girtiyên li Cizîrê hatin gel hev gotin: “Hikumeta AKP’ê û Wezareta Dadê xwe li dijî greva birçîbûnê kerr û kor kirine. Ev bêdengî me ditirsîne.”
Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Cizîrê û malbatên girtiyan bi boneya balê bikişînin ser çalakiyên greva birçîbûnê li ber avahiya HDP’ê daxuyaniya çapemeniyê dan. Parlamenterên HDP’ê yên Şirnexê Nuran Îmîr, Huseyîn Kaçmaz, Hasan Ozguneş, rêveberên HDP’ê, namzetên hevşaredariyê û malbatên girtiyên beşdarî daxuyaniyê bûn û wêneyên girtiyan hildan.
‘WEZARETA DADÊ KERR Û KOR E’
Parlamenter Nuran Îmîr li ser navê malbatan axivî û bi bîr xist ku çalakiya ji aliyê Hevseroka KCD’ê ve hat destpêkirin îro ji aliyê hezaran kes ve didome û got: “Hikumeta AKP’ê û Wezareta Dadê xwe li dijî greva birçîbûnê kerr û kor kirine. Ev bêdengî me ditirsîne.”
‘HEVRÊ ZULKUF BÛ PÊŞENGÊ BERXWEDANÊ’
Îmîr bal kişand ser çalakiya Zulkuf Gezen û got: “Îro bi hezaran hevalên me ji bo rakirina tecrîdê bedenên xwe dane ber greva birçîbûnê. Daxwaza wan ew e hiqûq bicih bê û tecrîd rabe û hevdîtin dest pê bike. Hevrêyê me Zulkuf Gezen ji bo tecrîdê bişikîne dawî li jiyana xwe anî. Hevrê Zulkuf bû pêşengê vê serdemê û nûnerê berxwedanê.”
‘BILA DILÊ DAYIKAN NEŞEWITE’
Piştî Îmîr, Hevseroka HDP’a Qilebanê Ferîde Ender jî diyar kir ku birayê wê 20 sal in girtî ye û 22 roj in di greva birçîbûnê de ye. Ender da zanîn ku daxwazên girtiyan daxwazê wan in û wiha bang kir: “Êdî bila dilê dayikan neşewite. Dengê me bibîhîzin.”
Çalakî bi dirûşma “Bijî berxwedana zîndanan” bi dawî bû.