AMED – Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin diyar kir ku li Tirkiyeyê baweriya ji bo darazê daketiye ji sedî 20’î û hişyarî da ku ev yek ber bi rewşek tevliheviyê ve neçe.
Baroya Amedê ji bo bîranîna Serokê Baroyê yê berê Tahîr Elçî yê li Sûrê hat kuştin di hefteya 168’emîn de li ber Dadgeha Amedê çalakî li dar xist. Gelek parêzer beşdarî çalakiyê bûn û pankarta “Em te ji bîr nakin” hildan. Serokê Baroyê Cîhan Aydin di bîranînê de axivî û bi bîr xist ku heta niha tevî ku raporên navnetewî jî hatine amadekirin ji bo dîtina kujerên Elçî tu pêşketin çênebûye.
‘YARGILAMADAN BAHSETMEK MÜMKÜN DEĞİL'
Aydin di daxuyaniya vê hefteyê de bal kişand ser cezakirina parêzerên endamên Komeleya Hiqûqnasên Azad û cezakirina parêzera ji Îranê Nesrîn Sutude û got: “Mixabin li cîhanê krîza hiqûqê hildaye serê xwe û diçe. Mixabin êdî mirov nikare bêje ku darizandin li gorî formulê tê kirin. Em ê her tim li dijî darizandina bêhiqûqî bin.”
'YARGI DİP YAPMIŞ DURUMDA'
Aydin pergala daraza li Tirkiyeyê rexne kir û got: “Li gorî Rapora Daraza Serbixwe ya 2018’an Tirkiye di warê daraza serbixwe de di nava 140 welatan de di rêza 111’emîn de ye. Bawerî bi darazê nemaye. Baweriya ji bo darazê niha li derdora endeksa ji sedî 20’î ye.”
Piştî axaftina Aydin, parêzeran 5 deqîqe çalakiya rûniştinê li dar xist.