DERSIM - Li Dêrsimê, 2 ciwanên ji ber bi destê Walî Tûncay Sonel negirtin, hatibûn binçavkirin, hatin berdan.
Li Dêrsimê, Walî Dersimê û Qeyûm Tûncay Sonel û yên li gel wî dema di ber buroya hilbijartinê ya HDP'ê re derbas bûn, destê xwe dirêjî ciwanên bi navê Dogan Can Saritaş û Alî haydar Baran kir. Lê ji ber ku her du ciwanan bi destê Walî Sonel negirt, hatibûn binçavkirin. Her du ciwanên li Midûriyeta Emniyetê ya Dêrsimê îfade dan, hatin berdana.