WAN - Gundiyên li Westana Wanê di dema ji komkirina kivarikan vedigeriyan malê yên hatibûn binçavkirin û rastî îşkenceya giran a polîsan hatin, di doza derbarê wan de hatibû vekirin de beraet kirin.
4 gundiyên bi navê Abdulselam Aslan (32), Cemal Aslan (53), Halîl Aslan (48) û Nejdet Beysum (29) ên piştî êrîşa li dijî Midûriyeta Polîsan a navçeya Westana Wanê ya di 9’ê Hezîrana 2017’an de pêk hat, di dema ji komkirina kivarikan vedigeriyan malê û li navenda navçeyê ji aliyê polîsan ve hatibûn binçavkirin û rastî îşkenceyek giran hatin, di doza derbarê wan de hatibû vekirin de beraet kirin.
Danişîna doza bi sûcdariya “Bi zanebûn alîkarî dayîna rêxistinê” ya derbarê 4 gundiyan hatibû vekirin, li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê hat dîtin. Her 4 gundî û parêzerên wan beşdarî danişînê bûn û parastina xwe ya dest pê kê dubare kirin. Şandeya dadgehê piştî parastinê biryara beraetê ji bo her 4 gundiyan da.