Buldan: Gelê me nîşanî Enqereyê da ku gelê kurd neqediyaye

img

AMED – Hevserok Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan li Çinarê di hevdîtina bi gel re axivî û got: “Li Amed, Wan û gellek bajaran bi milyonan kes tev li pîrozbahiya Newrozê bû. Daxwazên gelê me yên duh pirr girîng bûn. Gel carek din nîşanî Enqereyê da ku neqediyane.” 

 
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan û Serokê Giştî yê PÎA Mehmet Kamaç, Serokê Giştî yê PDK-T Mehmet Emîn Kardaş, Cîgirê Serokê Giştî yê DDKD’ê Veysî Askar, parlamenterên HDP’ê yên Amedê Salîha Aydenîz û Semra Guzel, Namzetên HDP’ê yên Hevşaredariya Bajarê Mezin a Amedê Hulya Alokmen Uyanik û Selçûk Mizrakli û yên li gel wan di çarçoveya xebatên hilbijartina xwecîhî de li Navçeya Çinarê ya Amedê hevdîtina gel pêk anîn. 
 
Buldan û heyeta pê re di têketina Çinarê de ji aliyê Namzetên HDP’ê yên Hevşaredariya Çinarê Necla Tamrîş û Bedrî Kaya û gel ve hatin pêşwazîkirin. Pişt re heyet bi karwanê wesayîtan çû qada hevdîtinê û li vir gel silav kirin. Li ber def û zirnê govend hat gerandin û welatiyan ji HDP’ê re kêfxweşiya xwe dan nîşandan. 
 
Piştî Namzetên Hevşaredariya Çinarê Necla Tamrîş û Bedrî Kaya gel silav kirin, Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan jî derket ser otobusê û axivî. Buldan gel silav kir û ji ber beşdariya jinan tevlîbûna şahiyê kêfxweşiya xwe anî ziman. 
 
‘WÊ DU ÇINAR BI HEV RE BI SER BIKEVIN’ 
 
Buldan da zanîn ku wan li Çinarê îtîfaqek girîng pêk anîne û got: “Em ji vê îtîfaqê gellek bextewarin. Digotin kurd nikarin werin cem hev û îtîfaqê li dar bixin. Va em li gel hev in. Çinar mînaka vê yekê a xweşik e. Niha du çinar hene, Yek Çinara Amedê û yek jî çinara HDP’ê. Wê ev her du çinar bi hev re bi ser bikevin.” 
 
‘GEL ÇEKÊ NIVÎSANDIYE WÊ DI 31’Ê ADARÊ DE BIDINÊ’ 
 
Buldan destnîşan kir ku ew nêzîkatiya AKP’ê ya li dijî partiyên kurd dizanin û domand: “Tayyîp beg duh gotiye em ê di 31’ê Adarê de dewranê biguherînin. Rat gotiye. Wê di 31’ê Adarê de dewrana te biqede. Ne bi zanebûn be jî carna gotinên rast dibêje. Helbet wê ev dewran biguhere. Gel çeka te nivîsandiye. Wê di 31’ê Adarê de vê çekî bide te.” 
 
‘BI MILYONAN ÎNSAN NEDÎTIN’ 
 
Buldan bal kişand ser pîrozbahiyên Newrozê yên duh hatin lidarxistin û wiha got: “Di Newroza Amedê nêzî milyonek însan hat gel hev. Li ber geşkirina agirê Newrozê îradeya gelê kurd bilind bû. Ancak medya alîger li ser fermana Tayyîp beg duh cih neda pîrozbahiyên Newrozê. Wan milyonan nedîtin. Daxwaza milyonan nedîtin. Heke milyonek morî jî bihatina gel wê hêjayî nûçe çêkirinê bûya. Lê milyonek însan tê gel hev hewcehî pê nabînin ku bikin nûçe û ragihînin. Çimkî ew wêrekiya wan ku ragihînin nîne. Çimkî wan digot ‘kurd qediyan, HDP qediya, êdî nikarin bînin gel hev.’ Ancak duh li Amed, Wan, Îzmîr, Êlih, Mêrdîn û gellek navendên din bi milyonan însan hat gel hev. Daxwazên xwe yên aştî û azadiyê carek din anî nziman. Daxwazên gelê me yên duh pirr girîng bûn. Gel carek din nîşanî Enqereyê da ku neqediyane. Daxwazên em tecrîdê naxwazin, azadî, aştî û edaletê derketin pêş.” 
 
‘DAXWAZAN QEBÛL BIKIN’ 
 
Buldan bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê û got: “Daxwaza Leylayê û çalakgerên din bi milyonan qîr kir û anîn ziman. Em carek din dibêjin mafê birêz Ocalan jî heye ku wek her girtiyek dikaribe bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Astengkirina vê yekê sûc e. Daxwazan qebûl bikin.” 
 
‘DIVÊ DERSA HERÎ BAŞ ÇINAR BIDE WAN’ 
 
Buldan bertek nîşanî gef û gotinên li dijî partiya wan, wekîl û namzetên wan û wiha got: “Tenê tiştek di destê wan de maye ew jî hedef nîşandina HDP’ê ye. Wadek nedane Tirkiyeyê, tenê wadê ‘HDP terorîst e’ didin Tirkiyeyê. Tenê tiştek di destê wan de maye partiya me reş dikin. Îro zîhniyetek ku gelên Tirkiyeyê li hember kirine dijmin heye. Bawer bikin heke ji destê wan were dê masiyên Çemê Dîcleyê jî li hember hev bikin dijmin. Lê em ji bo bi biratî li vî welatî bijîn di nava hewldanan de ne. Her tim me milê xwe xistiye bin bar û em ê bixin bin vî barî. Dîroka 31’ê Adarê roja dersdayîna AKP’ê ye. Em xwedî li sindoqên xwe derkevin. Divê em li Çinarê rêjeyek bilind bistînin. Pêwîste dersa herî baş em li Çinarê bidin wan.”
 
Buldan û heyeta pê re piştî Çinarê derbasî navçeya Erxenî ya Amedê bûn. 

Sernavên din

24/03/2019
15:56 Li Newroza Stenbolê peyama hevpar: Em berxwedana zîndanan girsettir bikin
15:45 Leyla Guven bang li girtiyan kir: Em ne mirinê, jiyanê bixin pêşiya xwe
15:16 Barîkat li ser barîkatê derbas kirin û mala sersaxiyê ziyaret kirin
15:13 ‘Bila tecrîd bi dawî bibe û mirin çênebin’
15:12 Xebatkara Yenî Yaşamê Sirnaç hat binçavkirin
14:11 Malbatên girtiyan Agirê Newroza geş kir: Stenbol li dijî tecrîdê bû yek deng
13:50 Nameya Ayten Beçet di Newrozê de xwendin: Yekem care ez xwe wisan azad hîs dikim
13:18 Temellî: Ev îktîdar mafê definkirinê jî xezp dike
13:17 Li Mûşê ji bo mîtînga fînalê bang hat kirin
13:15 Girtiyek din jî li dijî tecrîdê dawî li jiyana xwe anî
12:53 Li Sîlopî maşîneya zirxî qulipî: Leşkerek mir
12:32 Bi deh hezaran Stenbolî diherike qada Newrozê: Leyla Guven rûmeta me ye
11:53 3 kes li Edenê hatin girtin
11:33 Sabri Beçet: Em ewqas bira ne ku mala şînê jî nadin me
11:29 Bi çekan êrîşî Partiya Saadetê kirin
11:27 Çalakgerê greva birçîbûnê Malgî: Dawî dê mûhteşem be
11:22 Pîrozbahiya Newroza Bakirkoyê zû dest pê kir
10:47 Hevala Beçet a girtîgehê: Temenê wê biçûk bû lê îradeya wê xurt bû
10:47 YSK'ê li ser daxwaza cendirmeyan cihê sindoq guhert
10:24 Trûmp, Hêzên Sûriyeya Demokratîk pîroz kirin
10:09 Promiyera lîstika ‘Nobedarê Dilên Hêsîr’ a Melayê Cizîrî hat pêşandan
10:06 Leyla Guven 137 rojin li dijî tecrîdê li ber xwe dide
09:48 Berdevkê EGEÇEP'ê: Gel dixwaze kesên bibin şaredar xwezayê biparêzin
09:45 Namzetê Dihê: Emê li gelek qadan kooperatîfan ava bikin
09:22 Namzetên Êlihê: Hindik ma gel bigihê şaredariya xwe
09:20 Ciwanê ku polîsan nehişt têkeve qada Newrozê: Hatim derbkirin
09:17 Namzeta HDP'ê ya Meclîsa Şaredariya Sêrtê Şen a 19 salî: Kurd di zarokatiya xwe de siyasetê nas dikin
09:15 Helbestkar Dûman ê 25 sal in girtî: Heta tecrîd bidome çalakî jî dê bidomin
09:13 Namzetên Dara Hênê: Em ê bixebitin, hilberînin û li hev par bikin
09:11 Parêzer: Rewşa girtiyên di grevê de di asteke krîtîk de ye
09:08 Girtîgehê amûrên girtiyên di grevê de desteser kir
09:06 Namzetê CHP'ê yê Yuregîrê: Divê gel firsendê nede kesên civakê perçe dike
09:04 Keskîn: di cinayeta Sakçi de em behsa nîjadperestiyeke ketûberbûyî dikin
09:03 Bi hinceta 'ragihana bişîfre' rojnameyê nadin girtiyan
09:01 ROJEVA 24'Ê ADARA 2019'AN
08:34 Cenazeyê Ayten Beçet di bin dorpêça eskeran de defin kirin
23/03/2019
22:20 Polîsan ji bo cenazeyê Becetê şert danî: Herî zêde 5 kes dikarin tev li merasîmê bibin
20:44 Polîsan dest danî ser cenazeyê Ayten Becet
18:50 Bi sedan kes ji bo Ayten Becet meşiyan
18:13 Îlham Ehmed: Em niha kêliyên dîrokî dijîn
Ebd Hamid El-Mehbaş: EV kêlî wê bi tîpên zêrîn li dîrokê bên nivîsîn
17:43 Malbat wê cenazeyê keça xwe Ayten Beçet li Dîlokê defin bikin
17:12 Temellî: Dema mirovek winda bû, wê demê mirovahî dimire
17:11 KCD, TJA, ÎHD, TUHAYDER, HDP: Berpirsiyarê mirinan îktîdar e
16:40 Polîsan mudaxileyî girseaya ji bo Beçet li ber Saziya Tipa Edlî kom bûn kir
16:25 Li Osmaniyê pîrozbahiya Newrozê: Em tecrîdê rakin
16:21 QSD’ê bi sirûda ‘Ey Raqîb’ xelaskirina DAIŞ’ê îlan kir
15:49 Dayika Ayten Beçet: Rabin ser piyan bêjin ‘êdî bese’
15:32 Temellî: Ev gêzika HDP'ê ye wê qeyûman paqij bikin
Buldan bang li wezaretê kir: Hûnê heta kengi çavê xwe li mirinan bigirin
15:07 Malbata Erden ên hatibûn binçavkirin hatin berdan
14:59 32 kesên di Newroza Êlihê de hatibûn binçavkirin, hatin berdan
14:51 ÎHD: Selamî Keleş serbest berdin
14:43 Xizmên windayan: Daxwazên çalakgerên grevê pêk bînin
14:38 ÎHD’a Îzmîrê: Faîlên Hasan Ocak pirsî
14:07 Parêzerên OHD li Girtîgeha Mereşê hevdîtin bi girtiyan kir
14:03 Li Heqil Umerê kêliyên dîrokî
13:47 Emine Ocak: Em windayên xwe û Qada Galatasarayê dixwazin
13:34 Malbata Ayten Beçet a dawî li jiyana xwe anî ber bi Stenbolê ketin rê
12:50 'Em qêrîna berxwedanê li Stenbolê bilind bikin'
12:13 Polîsan li Cizîrê gelek siyasetmedar binçav kirin
12:07 Komîteya Amadekar a Newrozê: Sed hezaran ji bo çareseriyê Îmralî nişan da
12:04 Girtiya siyasî Ayten Beçet tecrîd şermezar kir û jiyana xwe ji dest da
11:22 Sedema binçavkirina 110 kesan kesk sor û zer e
11:01 Sînmîş ku li malê çalakiya xwe didomîne: Ê dibê ez mirov im, divê vê zilmê qebûl neke
10:59 Soylu: Min ferman da midûrê polîsan
10:41 Temellî: Divê peyam û îtîrazên di Newrozê de bilind bûn baş bên fêmkirin
10:37 QSD, YPG û YPJ’ê rizgariya Baxozê li gelan pîroz kir
10:21 Dê projeyên nîvco mane temam bikin
10:21 Dayika girtiyê di greva birçîbûnê de: Wexta kurê min dikuxe xwîn ji deva tê
10:20 Namzetên HDP'ê yên Avkevirê: Em ê xizmeta her kesî bikin
10:14 Mizrakli: Serkeftina 31'ê Adarê ji Newrozê de diyar e
09:57 ‘Gelê Cizîrê peyama dê bi berxwedanê tecrîd bişike da’
09:13 'Çalakiya Gezen ji bo me banga berxwedanê ye'
09:13 HDP, hewl dide piştî 40 salan Cirnê Reş bi rê ve bibe
09:12 Çîçek ji bo Newroza Stenbolê bang kir: Em faşîzmê û tecrîdê perçe bikin
09:09 Careke din çûyîna parêzeran a Îmraliyê hat qedexekirin
09:05 '31'ê Adarê roja hesabpirsîna 33 guleyan e'
09:03 Jinên îdirî mal bi mal digerin û behsa HDP'ê dikin
09:00 ROJEVA 23'YÊ ADARA 2019'AN
08:35 Leyla Guven 136 rojin li dijî tecrîdê li ber xwe dide
08:24 Dadgehê 7 kesên li Semsûrê hatin binçavkirin serbest berdan
22/03/2019
22:16 Li Aydinê jinek hat kuştin
21:55 14 kes hatin girtin
21:40 Li Îzmîrê deriyên kurd û elewiyan hatin îşaretkirin
19:15 Endamên Meclîsa Partiyê ya HDP û DBP'ê hatin binçavkirin
18:08 Ji ber broşura HDP'ê xwend ceza lê birîn
17:34 Piştî Newrozê 110 kes hatin binçavkirin
17:28 Apê Parlementerê Wanê Sarisaç çû ber dilovaniya xwe
16:44 Banga beşdariya Newroza Stenbolê hat kirin
16:37 Serlêdana malbatan a Îmraliyê hat redkirin
16:20 Çalakgerê grevê û Parlamenterê HDP'ê Temel: Qêrîna Newrozê gihişt her derê
16:08 Malbatên girtiyan: Bêdengî me ditirsîne
16:05 Ahmet Şik bersiv da Soylû: AKP rêxistina terorê ye
15:35 ‘Baweriya bi daraza Tirkiyeyê daketiye ji sedî 20’
15:27 Dema binçavkirina kesên li Wanê hatibûn binçavkirin dirêj kirin
15:27 Di êrîşa li dijî qereqola cendirmeyan de eskerek birîndar bû
15:14 Polîsan êrîşî standa HDP’ê ya hilbijartinê kir: 5 kes binçav kirin
15:12 Ciwanên destên Walî negirtin û hatibûn binçavkirin, hatin berdan
14:55 Serokên partiyên kurd: Gel xwest tecrîd bê rakirin
14:37 Gundiyê rastî îşkecê hatibûn, beraet kirin
14:18 Derbarê 3 wekîlên di Newrozê de axivin lêpirsîn vekirin