NAVENDA NÛÇEYAN - Ugur Şakar ê li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Almanya bedena xwe dabû ber agir, li nexweşxaneya lê tedawî dibû, jiyana xwe ji dest da.
Ugur Şakar ê li dijî tecrîdê agir bi bedena xwe xist û ji sedî 64 bedena wî şewitîbû û li Duîsbûrgê li nexweşaneyê tedawî dibû; jiyana xwe ji dest da. Doktoran, piştî ku Şakar gihandibûn nexweşxaneyê, ji ber sedema ku rewşa wî giran bû, serdan qedexe kiribûn, 20'ê Sibatê, hewldana polîsan ku îfadeyê wî bistînin asteng kiribû. Ugur Şakar beriya çalakiyê bi nameyekê bal kişandibû tecrîdkirina Ocalan, grevên birçîbûnê û zextên dewleta Elman. Şakar ê ku di nameyê de çalakiyên grevên birçîbûnê slav kirî, gotibû, ''Tevgera PKK'ê felsefeya ''berxwedan jiyan e'' hînî me kir. Em li kûderê jî bin, berxwedana li dijî bêdadmeniyê deynê ser stûyê me ye.''
Şakar bêdengiya welatên Ewropa şermezar kiribû, bi taybetî li dijî bêdengiya CPT'yê ya li bara grevên birçîbûnê helwest nîşan dabû û gotibû: "'Ez tundiya polîsên dewleta Elman û zextên siyasî yên li ser Kurdan şermezar dikim. Li şûna ku bi koletî bijîn, ez bang li her Kurdî dikim ku ji bo jiyaneke bi azadî li ber xwe bidin. Bi mîsogerî em ê bi ser bikevin. Em li dora hevalên ku li dora Rêbertî kom bûne, em xwe kom bikin.''