KOCAELÎ – Girtiyên ku li Girtîgeha Tîpa F-2 a Kandira di çalakiya greva birçîbûnê de ne bi rêya malbatan bang li her kesî kir û xwest bi Ruhê Newrozê tev li berxwedanê bibin û dakevin qadan.
Çalakiya greva birçîbûnê ya bi hezaran girtiyên siyasî ya li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan berdewam dike. Girtiyên ku li Girtîgeha Tîpa F-2 a Kandira di çalakiya greva birçîbûnê de ne bi rêya malbatan bang li her kesî kirin ku bi Ruhê Newrozê tev li berxwedanê bibin. Girtiyan bi riya malbatên xwe peyam şandin û Newroza gelan pîroz kirin. Girtiyan, Newroza hemû kesên tev li Newrozê bûne pîroz kir û xwest êdî bi Ruhê Newrozê çalakiya xwe li kolanan berdewam bikin û wiha gotin: "“Em Newroza gelê xwe bi coşa Newrozê pîroz dikin û silav dikin. Li zindanan bi hezaran girtî li dijî tecrîdê li ber xwe didin. Ji bo ev berxwedan bigêje serkeftinê û Tirkiye demokratîk bibe, divê hemû gelême bi Ruhê Newrozê dakeve qadan û li qadan li ber xwe bidin.
Girtiyan bal kişand ser çalakiya Zulkuf Gezen ê li Girtîgeha Tîpa F-2 a Tekîrdagê jî û wiha gotin: "Ji bo tecrîd bi dawî bibe û şehadetên nû çênebin, divê gelê me teqez tecrîdkirina Birêz Ocalan bişkînin û çalakiya xwe mezintir bikin. Girtiyan da zanîn ku ji 3'ê Adardê û şûnde rojnameya Yeni Yaşam nadin girtiyan û rastî cezayê ragihandinê tên û wiha gotin: "Hevalên me yen 95 rojin di grevê de ne, êdî bêhalî, bê xewî zêde bûye. Dîsa li dijî deng û ronahiyê pir hassas bûne. Nikarin avê vexwin û eşê wan zêde bûne. Di navbera 10-12 kiloyan de zeîf bûne. Hevalên me yên di 1'ê Adardê de ketine grevê jî di navbera 4-5'ê kiloyan de dane. Em tenê dikarin ji kantînê derve Vîtamîna B1 bistînin.