AMED - Girtiyên PKK'ê û PAJK'ê têkilî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan deklarasyonek dan û diyar kirin ku heta daxwazên wan ên ji 7 xalan pêk tê neyê cih, dê çalakiya xwe bidomînin.
Denîz Kaya, li ser navê girtiyên PKK'ê û PAJK'ê yên li girtîgehên Kurdistanê û Tirkiyê girtî ne deklarasyonek aşkere kir. Kaya, anî ziman ku Newroza ku bûye serfiraziya gelên ku li dijî zilma zaliman li ber xwe didin, bi rengê serhildanê, serketinê û berxwedanê mizginiya hatina biharê dide gelan û wiha got: "Pîrozkirina Newrozê ya mîna lehiyeke coşiyê, peyameke pir zelal daye rejîmên dîktatoriya faşîst a qirker û gotiye, me tu caran dest ji berxwedanê berneda. Gelê ku bûyî Newroz, di dorpêça qirkrinê de derketiye holê û bi berxwedanê nasnameya xwe ditiye"
Kaya, destnîşan kir ku heta tecrîd rabe dê berxwedana xwe bidomînin û wiha berdewam kir: "Em wekî girtiyên PKK'ê û PAJK'ê yên ku li zindanên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê girtî, ji bo ku rejîma faşîst di serî de tecrîda li ser Rêbertiya me rake, bibe xwedî şertên jiyan û xebata azad, em ê berxwedana xwe bi biryardarî bidomînin. Hişmendiya hiqûqê û dadmendiyê ya Komara Tirkiyê, di şexsê desthilata AKP-MHP'ê de hejijiye û ti aliyê wê yê serbixwe nemeya. Ji ber vê sedemê, em ên ku di nav berxwedaneke wiha de ne, em diyar dikin ku em dadgehên AKP-MHP'ê boykot dikin û dernayên dadgehan. Bi vê çarçoweyê, divê were zanîn em ê derneyên ber dadgehê, heke zorê bi kar bînin û me bibin jî em ê parastinê nedin. Berdêla wê çi dibe bila bibe em ê berxwedana xwe ya greva birçîbûnê bidomînin. Debdebeya berxwedana me ji dîwarên zindan û dadgehan derbas bûye, li dijî vê bêdadiyê bi berxwedanê me daxwaza xwe ya rewa û helwesta xwe nîşan daye. Tecrîda li ser Rêbertiya me, nîşan dide ku konsepta giştî ya îmha û qirkirinê sazkar e. Tekana rêya şikandina vê konseptê rakirina tecrîda li ser Rêbertiya me ye. Ji bo vê jî, em girtiyên PKK'ê û PAJK'ê em greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger bi biryardarî didomînin. Bi encamî; xalên ku li jêrê têkilî tecrîdê e mê deklara bikin, divê kêlî beriya kêliyekê werin bicihanîn û werin domdadrkirin.
DAXWAZÊN GIRTIYAN
Li gorî vê;
1-Bi çarçoweya yasayên berdest mafekî rewa ye ku Rêbertiya me malbata xwe û wasîsê xwe bi rengekî perîyodîk bibîne û divê ev neyê astengkirin.
2-Divê Rêbertiya me bi rengekî periyodîk parêzerên xwe bibîne û ev qut nebe.
3-Divê Rêbertiya me bi çarçoweya yasayên berdest bikaribe bi malbata xwe re bi telefonê biaxive, bikaribe name, faksê û hwd. bişîne her deverê an jî ev neyê astengkirin û ev mafê sereke neyê birîn.
4-Divê mafê radyo û tv'yê ya Rêbertiya me bi mîsogerî neyê astengkirin û rojane, hemû rojname, kovar, pirtûk û hwd. yên ku dixwaze werin bicihanîn.
5-Divê Rêbertiya me bi perîyodîk bikaribe hevalên xwe bibîne û ev mafê yasayî neyê astengkirin.
6-Ji bo ku şertên jiyana bi tendiristî ya Rêbertiyame were çêkirin, ji hêla şandeyên serbixwe ve şertên tedawiyê werin bicihanîn.
7-Ji bo ku di çareseriya bi demokratîk û aştî de ya li ser pirsa Kurd û di demokratîkbûna Rojhilata Navîn de Rêbertiya me bi risteke çalak rabe, divê asteng werin rakirin, şertên jiyana azad û xebata azad were bicihanîn.
Di normên hiqûqa gerdûnî de cihê van hemû daxwazan heye û li ber pêkhatina wê tu astengî tine. Lê ku hikûmeta berdest di vê mijarê de ji rewşa astengbûnê derkeve, li ber destê çavdêran gavan bavêje ku van xalên ku me li jor destnîşan kirine bi cih bîne û domdariya vê pêk bîne, em ê jî li ber destê navbeynkaran û çavdêran em ê di raya giştî de çalakiya xwe ya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger bi cih bînin. Berevajî heta ku tecrîda li ser Rêbertiya me bidome berxwedana me wê bidome. Di rewşeke wiha de ku hevalên me şehîd bibin ji rewşê hikûmeta AKP-MHP'ê wê berpirs be. Divê hemû gelê me û raya giştî vê wiha bizanibe.''