NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Nûjiyan Erhan dema li Şengalê êrîşa pêşmergeyan a li dijî Şengalê dişopand, di gulebarana pêşmergeyan de birîndar bû û 22'ê Adara 2017'an de jiyana xwe ji dest da. Hevala Nûjiyanê Rojnameger Rojbin Ekin qala Nûjiyan kir û got: "Yên ku Şengal neparastin, Nûjiyan jî qetil kirin."
Rojnameger Nûjiyan Erhan (Tuba Akyilmaz) li Bajarokê Xanesorê yê dema nûçe dişopand ji aliyê hêzên girêdayî Partiya Demokratîk a Kurdistanê (KDP) hedef hat girtin û piştre jiyana xwe ji dest da. Nûjiyanê 2 sal berê îro jiyana xwe ji dest da. Di 3'ê Adara 2017'an de ji serê xwe birîndar bûbû û li Nexweşxaneya Hesekê di 22'ê Adarê de jiyana xwe ji dest da. Nûjiyan jî wekî Gurbetelî Ersoz, Ayfer Serçe, Deniz Firat li dû xwe mîrateyek mezin a rojnamegeriyê hişt. Nûjiyanê li dû xwe gelek xebatkarên çapemiyê yên ku perwerde kiribû hişt.
BÛ DENGÊ JINÊN ÊZÎDÎ
Nûjiyanê li Navçeya Hîlwanê ya Rihayê ji dayik bû û di sala 2005'an de di nava xebatên çapemeniyê de cihê xwe girt. Li gerek cihî li dû heqîqetê geriya. Rawestgeha wê ya dawî Şengal a ku ji DAÎŞ'ê hat rizgarkirin bû. Nûjiyan dema ku li Şengalê bû nûçeyên xwe ji JINHA û Rojnameya Şûjin ku ji bi KHK'ê hat girtin re, dişand. Di Çira TV'yê de jî bername pêşkeş kir. Nûjiyana ku şahidiya hovîtiya DAÎŞ'ê kir dengê jinên Êzidî di çapemeniyê de dida bihîstin.
'JI BO BIÇE ŞENGALÊ GELEK LI BER XWE DA'
Heval û hempîşeya Nûjiyan a xebatê Rojbin Ekin, der barê têkoşîna jiyanê ya Nûjiyanê ji JINNEWS'ê re axivî û got: "Dema ku çû Şengalê her wê bi ronahiya xwe rê nîşan dida. Hevaltiyek wê ya germ hebû. Gelek ji dil bû. Bi tevger bû. Hezkirina wê ya jiyanê gelekî zêde bû. Wê li dijî zordestiyê zû zû serî neditewand. Ji astegiyan neditirsiya. Her di nava şer de cih digirt. Ew hem wêrek hem jî şoreşger bû. Dema ku di sala 2014'an de çeteyên DAÎŞ'ê Şengal dagir kir ez û ew em bi hev re bûn. Wê dixwest dengê Şengaliyan bide bihîstin. Wê gelekî dixwest biçe Şengalê. Ji bo biçe Şengalê gelekî li berxwe da."
'DI HER KÊLIYA TÊKOŞÎNA ÊZIDIYAN DE CIH GIRT
Rojbînê diyar kir ku Nûjiyanê di nava Şengaliyên ku xwe avêtibûn stara çiyayan bû û wiha dewam kir:"Nûjiyanê êş, hêsir û hêviyên Şengaliyan bi raya giştî re parve dikir. Wê operasyonên YBŞ û YŞJ'ê dişopand û çîrokên jinên Êzidî radigihand. Wê di her kêliyên têkoşîna Êziyan de cih digirt. Çîrokên jinan ên herî bi bandor bi destên wê hatin nivîsandin. Wê tim hêvî dikir ku dê Şengal ji destê çeteyan bê rizgarkirin. Bi dengê wê me bihîst ku Şengal bi temamî ji DAÎŞ'ê hatiye paqijkirin."
'YÊN ŞENGAL NEPARASTIN NÛJIYAN QETIL KIRIN'
Rojbînê diyar kir ku gelek xebatên ku Nûjiyan dixwest bike û nêvî maye hene û wiha got:"Gelek xebatên wê yên derbarê jinên Êzidî de hebûn. Niha karê Nûjiyan ê ku nêvî maye ardilên wê dewam dikin. Em dipirsin û dibêjin ku ji bo çi Şengal nehat parastin? Em hêvî dikin ku kesê Şengal berdan û çûn lêborînekê bixwazin. Divê kesên ku Nûjiyan qetil kirin bên darizandin. Yên ku Şengal neparastin Nûjiyan jî qetil kirin. Nûjiyanê bi hêz û baweriya xwe li dijî tariyê ronahî û heqîqet nîşan da. Li dijî derewan parêzvana heqîqetê bû. Ew ê her dem wekî rohaniya me ya mayinde bimîne."