ENQERE - Dadgehê nameya çalakgerê di greva birçîbûnê de Cîhan Alkan ê ji rojnameya Yenî Yaşamê şandibû û bi hinceta “fikardare” hatibû desteserkirin weke “Mudaxileya azadiya ragihandinê” nirxand.
Li Girtîgeha Tîpa H a Eskîşehîrê, hikûmxar Cîhan Akan ê 61 rojin di greva birçîbûnê deye, bi du hevalên xwe yên di 21’ê Çile de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorver kirin, xwestin bi nameya ji Rojnameya Yenî Yaşamê re şandin, ji raya giştî ragihînin. Lê Serokatiya Lijneya Çavderê û Îdarî ya Miduriyeta Girtîgehê, bi hinceta “fikardare” dest danî ser nameyê. Alkan li ser neşandina nameyê, di 14’ê Sibatê de, serî li 1’emîn Dadgeriya Înfazê da û biryar îtîraz kir.
Dadgehê serledana Alkin nirxand û biryara Serokatiya Lijneya Çavderê û Îdarî ya Miduriyeta Girtîgehê li dijî rê û rêbaza qanûnî dît. Dadgeriya desteserkirina nameya Alkan, weke mudaxile kirin azadiya ragihandinê nirxand.