WAN - Nûçegihanê DÎHA'yê ya bi KHK'ê hat girtin Nedîm Turfent, ji ber di nameyeke xwe de cih da hin diyalogên di pirtûka nivîskarê îranê Daryush Shaygan, îdareya girtîgehê derpêş kir ku ev diyalog diyalogine "xetere" ne û ji ber vê nameya Turfent sansur kir.
Nûçegihanê DÎHA'yê ya bi KHK'ê hat girtin Nedîm Turfent, di 21'ê Çileyê de nameyek şand. Lê belê ji ber di nameya xwe de cih daye hin diyalogên ji pirtûka "Yarali Bîlînç" a nivîskarê îranî Daryush Shayegan, îdareya girtîgehê derpêş kir ku ev diyalog diyalogine "xetere" ne û nameya Turfent sansur kir.
Komîsyona xwendinê ya girtîgehê ev diyalog sansur kirine:
"- Te got ez ê çi bikim? Ez ê cixareyê bikirim.
- Te got, cixare? Li mizgeftê cixareyê difiroşin.
- Te got, li mizgeftê? Xwedê ji te razî, mizgeft mala Xwedê ye, ma ew der ne cihê nimêj û taetê ye?
- Ezbenî, tu şaş î. Ji bo îbadetê divê mirov biçe zanîngehê.
- Nexwe, hînkarî li kuderê tê dayîn?
- Li girtîgehê, ez benî.
- Ma girtîgeh ne cihê diza ye?
- Tu dîsa şaş difikirî, ezbenî! Diz tayînî hikûmetê tên kirin."
Turfent, diyar kir ku ser van diyalogan hatiye sansurkirin û paşê nameya wî hatiye şandin.