* Wê li Stenbolê, Newroz di 24'ê Adarê de bê pîrozkirin. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ji bo Newrozê bang li her kesî kirin û gotin: "Em bi ruhê 8'ê Adarê li qada Newrozê bên cem hev û li dijî faşîzmê li ber xwe bidin û tecrîdê bişikînin."
* Parlementerên HDP'ê û namzetên Şaredariya Sêrtê, bang li hilbijêrên livdar kirin ku di 31'ê Adarê de dengê xwe bi kar bînin û gotin: "Bi dengekî pir tişt diguherin."
* 7 resamên jin ên Îranî "Pêşengeha resamên jin ên Îranî" vekirin. Jin bi van wêneyên pêşengehê dixwazin balê bikişînin ser cudakariya zayendî ya civakî. Ressam Farzaneh Bakhshi got: "Min jina ku li gorî dilê xwe porê xwe berdaye xêz kir."
* HDP, hewl dide careke din li Cirnê Reş bi ser bikeve. Namzetên HDP'ê yên Cirnê Reş, bilêv kirin ku ew ê projeyên nîvco mane temam bikin.
* Nûçegihanê DÎHA'yê ya bi KHK'ê hat girtin Nedîm Turfent, ji ber di nameyeke xwe de cih da hin diyalogên di pirtûka nivîskarê îranê Daryush Shaygan, îdareya girtîgehê derpêş kir ku ev diyalog diyalogine "xetere" ne û ji ber vê nameya Turfent sansur kir.
* Hevserokê Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan, dê beşdarî mîtîngên navçeyên Erxenî û Çinar ên Amedê bibe. (11.00-16.00)
* Baroya Amedê, dê di hefteya 168’emîn de li ber Edliya Amedê Tahir Elçî bibîr bîne. (13.30)
* Namzetên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Êlihê, dê li Salona Konferansê Petrol-Îş projeyên xwe eşkere bike. (14.00)
* Dê li 17 postexayên Kadikoy û Şîşlî, kartên “Em bi Leyla re li ber xwe didin, deng bide Leyla” yên ji bo piştevahiya Leyla Guven bên şandin. (14.00)
* Koordînasyona Amadekar a Newroza Stenbolê, ji bo banga tevlîbûna Newroza li Qada Bazar a Bakirkoyê ya di 24’ê Adarê de bê pîrozkirin, dê ji Qada Tunel a Taksîmê hate Navenda Çandê ya Fransayê belavokan belav bike. (15.00)