DÊRSIM – Li Dêrsimê, hat diyarkirin ku ji ber bi destê Walî Tûncay Sonel negirtine, 2 ciwan hatine binçavkirin.
Li Dêrsimê, Walî Tûncay Sonel û ên li gel wî wexta di ber buroya hilbijartinê ya HDP'ê re derbas bûn, destê xwe dirêjî ciwanên bi navê Dogan Can Saritaş û Alî haydar Baran kir. Lê belê her du ciwanan bi destê Walî sonel negirt. Hat diyarkirin ku ji ber her du ciwanan bi destê walî negirtiye hatine binçavkirin û wan birine Midûriyeta Emniiyetê ya Dêrsimê.