STENBOL - Li Sultangaziyê, polîsan mudaxileyî pîrozbahiya Newrozê kir. Li gor agahiyên ewil, di mudaxileyê de 8 ciwan hatine binçavkirin.
HDP'a Stenbolê, li Qada Cebeciyê ya Sûltangaziya Stenbolê Newroz pîroz kir. Bi sedan kes ji bo pîrozbahiyê hatin gel hev. Lê belê ji ber polîsan nehişt agirê Newrozê bê vêxistin, hin kesan kincên xwe şewitand û li dor agirê kincên xwe govend gerandin. Hevserokê HDP'a Stenbolê Cengîz Çîçek, namzetên Şaredariya Sûltangaziyê Cevdet Konak û Aygul Sîncar, rêveberên partiyê û bi sedan welatî tev li pîrozbahiyê bûn. Di pîrozbahiyê dirûşmeyên "Leyla Guven rûmeta me ye", "Zulkuf Gezen nemir e" û "Bijî Newroz" hatin berzkirin.
MUDAXILE KIRIN
Dema girse li dor agirê Newrozê kom bû û xwest govendê bigerîne, polîsan bêyî hincet mudaxile kir. Li gor agahiyên ewil di mudaxileyê de 8 ciwan hatine binçavkirin.
Nehat hînbûn kesên hatine binçavkirin birine kîjan qereqolê.