NAVENDA NÛÇEYAN - Bi sed hezaran kesên ku li qadên Newroza Wan, Şirnex, Gever, Cizîr û Çewlikê kom bûn bi coşek mezin Nerwroz pîroz kirin. Gelê Botanê li Şirnex, Qiyeban, Hezex û Sîlopiyê bi coşek mezin Newroz pîroz kir û diyar kirin ku ev der warê Hecî bîrlîk e. Bi sed hezaran gelê Wanê jî bi yek dengi got "Em ê tecrîdê bişkînin."
ŞIRNEX
Li navenda Şirnexê bi tevlêbûna zêdeyî 10 hezar kesan bi coşek mezin Newroz pîroz kirin. Piştî agirê Newrozê geş kirin coşa gel derket asta herî jor. Siyasetmedaran di pirozbahiyê de tecrid şermezar kirin û diyar kirin ku aştî bi rakirina tecrîda li ser Ocalan pêkan e. Siyasetmedaran Zulkuf Gezen bibîr anî û diyar kir ku têkoşin u berxwedana gelê kurd ruyê faşîzê ronî kiriye. Siyasetmedaran anîn ziman ku bi şikandina tecridê faşîzm jî dê bişkê. Gelê Şirnexê dirûşme berz kirin û diyar kirin ku ev der warê Hacî Bîrlîk e.
Li navçeya Qilebanê ya Şirnexê jî gel Newoz bi coşek mezin piroz kir. Gelê li dora agir kom bûn bi kras û fîstan û şal û şapikan li dora agir govend gerandin û Newroz pîroz kirin.
Li navçeya Hezexê jî gel bi tevlêbûna hezaran Newroz pîroz kir. Gel bi cilên xwe yên sipî ku aştiye temsîl dike daketin qadan û Newroz pîroz kirin. Bi hezaran girseya ku li dora agir govend gerand tecrîd şermezar kir û piştgirî dan greva birçîbûnê ya hezaran.
CIZÎR
Li Navçeya Cezîrê ya Şirnexê jî bi bi deh hezaran li taxa Konakê bi coşek mezin Newroz pîroz kir. Bi deh hezaran bi cilen xwe yên rengin barikat rakirin û derbasî qadê bûn. Gel bê navber dirûşmeyên girêdana Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan berz kirin. Gel piştî rêzgirtinê Hevserokên Meclîsa Gel a Cizirê Mehmet Tunç û Asya Yuksel bibîr anîn. Gel li ber muzîkê govend gerandin. Ciwanên ku cilên leşkerî li xwe kirin û xwestin têkevin qadê ewil rastî astengiyan hatin û piştre astengiyên li pêş xwe rakirin û tevî cilên leşkerî ketin qadê. Parlamenterê Şirnexê Faysal Sariyildiz ê li dervê welat û Parlamenterê Şirnexê yê girtî Ferhat Encu jî peyam ji Newroza Cizîrê re şandin. Pîrozbahî bi stranên Koma Dengbêjên Botanê, Hozan Hediye û Şiyar Bervari bi dawi bû.
WAN
Gelê Wanê bi tevlêbûna sed hezaran Newroza Dîrokî pîroz kirin. Bi sed hezaran welatiyên Wanê yên li tenişta Keleha Wanê kom bûn bi yek dengî dirûşmeya “Em ê tecrîdê bişkînin" berz kirin û bertekên xweyên li dijî tecrîdê anîn ziman. Gelê Wanê ku bi dirûşmeya "Em ê teqez bi ser bikevin" pîroz kirin Newroza herî bi coş û heybet pîroz kirin. Gel tevî hemû astengiyan alên PKK û KCK'ê daxistin qadê û bê navber dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana Leyla ye", "Bijî berxwedana zindana", "Bê Serok jiyan na be" berz kirin.
GEVER
Gelê Geverê jî bi tevlêbûna deh hezaran li qada Stadyûmê ya Geverê Newroz pîroz kirin. Bi hezaran welatî ji tax û kolanan berê xwe dan qada Newrozê û bi cilên xwe yên herêmî qada Newrozê rengandin. Bi hezaran gelê Geverê yên li Qada Newrozê kom bûn tecrîd şermezaer kirin û piştgirî dan çalakgerên di greva birçîbûnê de. Gel bê navber dirûşmeyên "Zulküf Gezen nemir e", "Bijî berxwedana zindanan" û "Bijî Serok Apo" berz kirin. Ji 7 salî heta 70 salî tevî hewaya sar û rêyên herî dîsa berê meşiyan qada Newrozê û bi coşek mezin bêyî astengiya polîsan nas nikin ketin qadê û Newroz pîroz kirin.
ÇEWLÎK
Li Çewlîk û Qereqoçanê jî gel bi tevlêbûna hezaran Newroz pîroz kir. Li Çewlikê Parlamenterê HDP'ê Erdal Aydemir û Namzetên Hevşaredariya Çewlikê beşdarî pirozbahiyan bûn û tecrîd şermezar kirin. Bi hezaran kesên li Kolana Saglik a Taxa Sarayê kom bûn bê navber diruşmeyên “Bi berxwedanê emê bi ser bikevin" û “Zulkuf Gezen namirin", “Leyla Guven rûmetea me ye" û “Jin, Jiyan, azadî” berz kirin. Parlamenterê HDP'ê Erdal Aydemir, Namzetên HDP'ê yên Hevşaredariya Çewlikê Senem Çakas û Hişyar Ozsoy gel silav kirin û bal kişandin ser çalikyên greva birçîbûnê û tecrîdkirina Ocalan.
Piştî axaftinan Mizgin Tahir û hunermendên herêmî derketin ser dikê û stran gotin. Piştî stranan Newroz bi dawî bû.
QEREQOÇAN
Li navçeya Qereqoçanê ya Xarpêtê jî bi hezaran welatî li qada Otogarê kom bûn û Newroz pîroz kirin. Gelê Qereqoçanê cilên xwe yên herêmî li xwe kirin û Newroz pîroz kirin. Gelê li qadê kom bûn bê navber dirûşmeyên “Leyla Guven rûmeta me ye", “Em dê bi berxwedanê bi ser bikevin" berz kirin. Pîrozbahî bi stranên Mervan Tan û govendê bi dawî bû.