Ahmet Turk: Em ê lîstikên wan pûç bikin

img
MÊRDÎN – Gelên navçeyên Mîdyad û Nisêbînê bi tevlêbûna deh hezaran Newroz pîroz kir. Gel, di pîrozbahiyê de tecrîdkirina Ocalan şermezar kir û Azadiya Ocalan xwest. Di pirozbahiyê de Namzetê Hevşaredariya Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk, gotinên Seyit Riza bibîr anî û wiha got: "Hem em serî natewînin û hem jî em dê hemû hîle û hîltikên we pûç bikin." 
 
Gelên Navçeyên Nisêbîn û Mîdyadê bi tevlêbûna deh hezaran Newroz bi coşek mezin pîroz kirin. Bi hezaran kesên li qada Newrozê kom bûn bi coşek mezin dirûşmeya "Bijî Berxwedana Zindanan" berz kirin û tecrîd şermezar kirin.  Bi deh hezaran gelê Nisêbînê li Qada Cegerxwîn kom bûn Newroz bi coşek mezin pîroz kir. Gelê Nisêbînê tevî ku hemû qad ji aliyê polîsan ve hatibû dorpêçkirin herikî qadê û bi coşek mezin Newroz pîroz kir û bê navber dirûşmeyên "Biji Newroz" "Leyla Guven rûmeta me ye" û "Biji berxwedana zîndanan" berz kirin. Girsa li Mîdyad û Nisêbîne silavên xwe ji berxwedanên çalakiya girevê re şandin û tecrid şermezar kirin. Piştî qad tijî bû Parlamentera HDP'ê Pero Dundar û Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê Agirê Newrozê geş kirin. Dema Agirê Newrozê geş kirin, girsê bê navber dirûşmeya “Bijî berxwedana zîndanan”, “Zulkuf Gezen nemir e" û “Şehid namirin”, “Leyla Guven rûmeta me ye", “Bijî Serok Apo” û “Ya me ye” berz kirin. Girsê terîd şermezar kir û piştgiriyia xwe ya ji bo çalakgerên li dijî tecrîdê di grevê de anîn ziman. 
 
Namzetên HDP'ê yên Hevşaredariya Nisêbînê Semire Nergiz û Ferhat Kut, derketin ser dikê û Newroza gel pîroz kirin. Piştre Koma Amara derket ser dikê û stran gotin. Piştre peyama Hevserokê HDP'e yê Mêrdînê Ali Sincar ê 21 rojin li girtîgehê di grevê de ye xwendin. Sincar, Newroza Gelê Mêrdîn û hemû gelê Rojhilata Navîn pîroz kir û got: "Berxwedana we dê tecrîdê bişkîne. û di hilbijartina 31'ê Adarê e we bi ser bixe." 
 
‘VAYE KURDISTAN LI VIR E'
 
Piştre Parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Pero Dundar jî axivî û wiha got: "Di Newroza 1992'a de li Navçeya Nisêbînê 16 welatî hatin qetilkirin. Ez wan bi rêzdarî bibîr tînim. Wê demê gotin em dê van qadan li wan teng bikin û hevalên me kuştin.  Lê her ku wan em kuştin bêtir em daketin qadan û em bêtir zêde bûn. Niha em bi ruhê Newroza 92'an li Qadan in. Em ê bi ruhê Newrozê biçin 31'ê Adarê. Serokê AKP'ê Tayyip Erdogan dibêje “Cihekî bi navê Kurdistanê tune ye" Em jî dibêjin "Vaye Kurdistan li vir e. Em tev li vir in. Em li vir in û li vir dijîn. Di 31'ê Adadê re yên vir biçin Erdogan û Bahçelî ne. Ne em in. Gotina Dundar bê navber bi dûşmeyan hat qutkirin."  
 
'EM HÊJ LI QADAN IN' 
 
Namzetê HDP'ê yê Hevşaredariya Mêrdînê Ahmet Turk jî anî ziman ku Newroz dîroka berxwedana gelê Kurd e û wiha got: “Kawa li vir in. Kawa bi agirê Newrozê li dijî zilmê têdikoşin. Em evîndarê vê azadiyê ne. Em ê heta dawî têbikoşin. Heta tecrid rabe û rêya aştî, demokrasiyê vebe têkoşîna me dê bidome. Hevala me Leyla Guven li dijî tecrîdê ji bo aştî û demokrasiyê bedena xwe daye ber pirçîbûnê. Em dê bi evîna xwe ya azadiyê hemû astengiyan ji pêş xwe rakin. Em duh li nirxên xwe xwedî derketin em dê sibê jî li nirxên xwe xwedî derkevin. Em li vî welatî biratiya gelan û nirxên demokratîk diparêzin. Gelê kurd, tirk, ereb û suryanî ne dijminên hev in. Lê yê me dikin dijmine hev hene. Seyît Riza got  “Ez bi derew û lîstikên wan re derneketim serî. Ev ji bo min bû derd. Lê ew jî nikarin serê min bitewînin bila ev ji wan re bibe derd. Lê îro em bi lîstikên wan re derdikevin serî û em lîstkên wan pûç dikin." 
 
 
KURT EREB Û SURYANAN BI HEVRE NEWROZ PÎROZ KIR
 
Li navçeya Mîdyatê ku cihê nasname û çandên cuda ye jî bi coşek mezin û tevlêbûnek mezin Newroz tê pîrozkirin. Gelê Kurd, ereb, suryan bi nasname û baweriyên xwe Newroz pîroz kirin. Bi hezaran kesên li qada Newrozê ya Otogarê kom bûn bi coş Newroz pîroz kirin. li qada Newrozê pankartên bi tirkî, kurdî, suryanî û erebî balê dikişînin. Gelên ku bi nasname û candên xwe yên cuda li hev kom bûne bi heman coş û kelecanê Newrozê piroz kirin. Bi hezaran gelê li qadê kom bûn tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kirin û piştgiriya xwe ya bi çalakgeran re anîn ziman. Piştî namzetên Hevşaredariya Mîmdayê Gel silav kir Parlamenterê HDP'ê Tuma Çelik, jî derket ser dikê û gel bi Tirkî, Erebî, Suryanî û Kurdî silav kir. Çelik, anî ziman ku wan li dijî zilm û zordariyê gelek gavên mezin avêtiye û wekî HDP'ê dê ji niha û şûnde jî têkoşîna xwe berdewam bikin. 
Çelîk, an ziman ku pirsgirêka gelan bi hevre tune û dê dawî li vê siyaseta înkarê bînin. 
 
Piştre Newroz bi muzîkê bi dawî bû. 
 

Sernavên din

22/03/2019
14:09 Buldan: Gelê me nîşanî Enqereyê da ku gelê kurd neqediyaye
14:08 Polîsan 40 kesên li Agiriyê binçav kirin, berdan
14:02 Namzetê Gimgimê gel vexwendin mîtîngê
14:00 Şakar ê li dijî tecrîdê xwe şewitand jiyana xwe ji dest da
13:05 Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Meletiyê tahliye bû
13:04 Jinên Wanî: Tişta dikeve ser milê me berxwedane
13:03 Girtiyan xwest her kes bi Ruhê Newrozê tev li berxwedanê bibin
12:44 Rojnameger Semra Turan berdan
12:37 'Jinên rawestiya ne' 3 rojin di bin çavan de ne
12:31 Hevserokê HDP’ê yê Seyhanê Yalçin hat binçavkirin
12:20 Girtiyên ji Pirsûsê bang li gelê navçeyê kirin: Emîne Şenyaşar ji bîr nekin
12:10 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:51 Newrozê sansur kirin û navê wê kirin ‘Nevruz’
11:44 Polîsan ciwanê ji Newrozê vegeriya bi hinceta ‘tu pir şabûyî’ derp kirin
11:43 Girtiyên PKK'ê û PAJK'ê 7 daxwazên xwe aşkere kirin
11:12 MKGP'ê Rojnameger Nûjiyan bibîr anî
11:09 Karkerê ji ber zextan ji kar derket: Tekane hincet krîza aboriye
11:00 Ekîn: Yên Şengal neparastin Nûjiyan qetil kirin
10:48 Desteserkirina nameya çalakgerê grevê ‘li dijî qanûnê’ hat dîtin
10:35 Ji resamên jin ên Îranî peşengeh
10:26 ‘Strasbourg û Hewlêr jê re bûne berbûk e’
10:06 Berxwedana Guven di roja 135’an de didome
09:56 Danişîna rojnameger Çaçan taloq kirin
09:08 HDP, hewl dide li Cirnê Reş tiştê nîvco maye temam bike
09:05 Girtîgehê nameya rojnamevan Turfent sansur kir
09:04 Ji Sêrtê bang li hilbijêrên livdar kirin: Bi dengekî pir tişt diguherin
09:02 Ji bo Newroza Stenbolê bang kirin: Em tecrîdê bişikînin
09:00 ROJEVA 22'YÊ ADARA 2019'AN
21/03/2019
21:38 Ji ber bi destê walî negirtin hatin binçavkirin
21:23 TEV-DEM: Hevgiriya gelan DAIŞ'ê têk bir
20:11 Mudaxileyî Newroza Sûltangaziyê kirin
19:52 Bi deh hezaran kes ber bi Newroza Îzmîrê ve herikîn
19:27 Gele Kobanê bi coş Newroz pîroz kir
19:16 Gelê Şirnexê: Ev der warê Haci Birlik e
Sed hezaran Wanî: Em ê tecrîdê bişkînin
19:07 Bûldan, çû serdana malbata Gezen û Leyla Guven
18:29 ‘Berî ku mirin çêbibin bila her kes têbikoşe'
17:52 Gelê Derya Spî li Qadên Newrozê li dijî tecrîdê dengê xwe bilind kirin
17:05 Ahmet Turk: Em ê lîstikên wan pûç bikin
16:18 Bi sed hezaran li 4 bajaran Newroz pîroz kir
15:25 Keleha Wanê bû şahidê Newroza dîrokî
15:15 Buldan: Em soz didin Zulkuf û Kemalan azadî û aştî wê bi ser bikeve
14:32 Gelê Botanê piştî 3 salan bi coşek mezin Newroz pîroz kir
Gelê Cizîrê bendan derbas dikin û diherikin qada Newrozê
14:05 Malbata Zulkuf agirê Newroza Amedê geş kir
13:56 Pîrozbahiya Newroza Çewligê bi astengiya polîsan dest pê kir
13:47 Gelê Êlihê Qada Newrozê tip tije kir
13:33 Leyla Guven: Teqez em ê bi ser bikevin
13:21 'Tecrîd navneteweyî be berxwedan jî navneteweyî ye'
13:15 YPJ'ê li Baxozê ala xwe çikand: Bila Newroz diyarî jinên cîhanê be
12:39 Sedhezaran Newroz li Kobanê û Kerkûkê pîroz kir
12:32 Hevserokê KCD'ê Ozturk: Ev berxwedan dê bigêje serkeftinê
12:22 Gelên herêma Cizîrê dest bi pîrozbahiya Newrozê kir
12:07 Gelê Nisêbîn û Mîdyadê dest bi pîrozbahiya Newrozê kirin
11:40 Gelê Wanê li dijî terîdê diherike qada Newrozê
11:27 HDK: Newroz berxwedana li dijî tecrîdê ye
11:03 Qedexeyên hilbijartinê dest pê kirin
10:49 Bi deh hezaran kes diherikin Newroza Amedê
10:44 HDP: Bila 21'ê Adarê bibe betlana Cejna Newrozê
10:21 Ji QSD’ê mizgîniya Newrozê: Serdestiya DAÎŞ’ê ya li ser axê bi dawî bû
10:02 Ji 14 berxwedêrên Strasbourgê banga Newrozê
09:56 Rojnameger Semra Turan wê li midûriyeta polîsan îfade bide
09:31 KCD'ê Newroza gelan pîroz kir
08:48 Arslanê di greva birçîbûnê de: Gelê Newrozê ji bo azadiya xwe li ber xwe dide
08:47 Namzetên HDP'ê yên Çewligê: Wê li navenda karê me ne rant, gel hebe
08:47 Turkdogan: Wezareta Dadê serlêdana me red kir
08:46 Girtiyên zêdetirî 20 sal in girtîne: "Heta tecrîd bi dawî nebe wê çalakiya me dewam bike
08:46 Teknîkerê biçûk ê otobêsa hilbijartinê
08:46 Namzetê CHP'ê yê Toroslarê: Li cem min cihêkarî tune ye
08:45 Ji bo HDP'ê stranek çêkirin
08:44 Kotan a ji ber ducanî bû ji kar hat avêtin, doz qezenç kir
08:44 ROJEVA 21'Ê ADARA 2019'AN
08:31 Leyla Guven 134 rojin li ber xwe dide
20/03/2019
19:35 Parlamenterên HDP’ê yên di grevê de Leyla Guven ziyaret kir
19:13 Li pêş Girtîgeha Tarsusê çalakî: Em ê tecrîdê bişkînin
19:05 Gelê Mêrdîn Agirê Newrozê geş kir
18:56 Li Rihayê 13 kes hatin girtin
18:55 Qurnefil danîn ser gora Zulkuf Gezen
18:18 Li Denîzliyê bi hezaran Newrozê pîroz kir
18:06 Dal a bi îdîaya 'Li dijî dewletê rojnamegeriyê dike' dihat sucdarkirin beraet kir
17:32 Rojnamegerên li Mêrdînê hatin binçavkirin hatin berdan
17:20 Girtiyên li Girtîgeha Maltepe: Divê civak bêdeng menîne
17:19 Polîsan bi ser avahiya HDP’a Edeneyê de girt
16:57 HDP’iyan kargeha malbata Şenyaşar ziyaret kir: Wê biryara Pirsûsê heman biryar be
16:23 Polîsan mudaxeleyî ‘Çalakiya rawestandinê’ kir: 14 jin binçav kirin
15:58 Temellî: Em ê bi ruhê Newrozê bigîhîjin serkeftinê
15:55 4 girtiyên jin sîrgûn kirin
15:40 Şaxa ÎHD’ê ya Enqerê: Mirinan rawestînin û deng bidin jiyanê
15:28 Gelê Minbicê agirê Newrozê geş kir
15:22 Hemû ferdên malbatê binçav kirin
15:18 Rojnamegerên jin ên Rojava: Nûjiyan bû zimanê heqîqetê
15:18 Li Geverê 4 kes hatin binçavkirin
15:00 Polisan heyeta Norveç a sersaxiya malbata Zulkuf ziyaret kir, binçav kir
14:53 Malbata Zulkuf Gezen bang kir: Divê gelê Kurd beşdarî Newrozê bibe
14:51 Ji Leyla Guven peyama Newrozê: Navê Newroza îsal Zulkuf Gezen e
14:43 Dadgehê ceza li hiqûqnasan birî
14:29 Şahîdên doza rojnameger Canozer: Dibin îşkencê de me îfade îmze kirin
13:54 Doza rojnameger Taşkin: Îxbar jî û maîl jî ji polîsan e
13:48 'Emê paşde gav ne avêjin’
13:43 Li Îzmîrê banga beşdariya Newrozê hat kirin
13:36 Gora Rojnameger Volkan Bora rûxandin
13:28 Amed ji Newrozê re amade ye