ŞIRNEX - Gelê Botanê li Navenda Şirnex û navçeyên Şirnexê Sîlopî û Qilebanê piştî talan, wêrankirin û qedexeya dewletê, yekemcar bi rengekî girseyî Newroz pîroz kir.
Gelê Botanê li Navenda Şirnexê, Navçeyên Silopiya û Qilabanê bi hezaran kes daketin qadan û Newroz pîroz kirin. Li navenda Şirnexê, piştî qedexeya derketina derve, komkujî û wêrankirina berî 3 salan yekem car, gelê Botanê Newroz bi rengekî girseyî pîroz kir. Bi hezaran kes ji bo pîrozbahiyê berê xwe dan qada Newrozê. Li gelek taxên navçeyê li ber dahol û zirneyê govend hate gerandin. Herî zêde jin û ciwan tevlî pîrozbahiyê bûn. Malbatên mirovên ji ber êrîşên dewletê jiyana xwe ji dest dan li qadê civiyan. Tevî parlamenterên HDP'ê Ebrû Gunay û Hasan Ozguneş, namzetên HDP'ê yên Hevşaredariyê jî wê derkevin pêşberî gel û peyamên xwe bidin.
SÎLOPÎ Û QILEBAN BI COŞ NEWROZ PÎZOZ KIRIN
Li navçeya Silopiyayê ku yek ji deverên ji aliyê rejîma AKP'ê ve hate wêrankirin, piştî sê salan bi hezaran kes herikîn qada Newrozê. Bi hezaran gelê Sîlopiyê piştî ku deriyên qada Newrozê hatin vekirin tevî alên HDP'ê ketin qadê. Şêniyên Silopiyayê bi şal û şekik, bi kiras û fîstanên xwe qada Newrozê xemilandin. Malbatên mirovên di şerê dewletê de jiyana xwe ji dest dan û xizmên Dayika Taybet a ku cenazeyê wê bi rojan li naverastê hate hiştin, tevlî Newrozê bûn. Cihekî din ê pîrozbahiyê jî Qilaban bû. Bi sedan kesên ku kincên gelêrî li xwe kirin, tevî alên HDP'ê li qada Newrozê govendê digerînin. Di pîrozbahiya Qilabanê de jin li pêş in.
CIZÎR
Li navçeya Cizîre jî tevî şertên OHAL'ê bi deh hezaran kesan astengî û bendên li pêş xwe derbas kirin û herikîn qada Newrozê. Jinan bi cilên xwe yên spî û rengên kesk, sor û zer daketin qadê û Newrozê pîroz dikin. Gelê Cizêrê ku bi rojan in amadekariya Newroze dikin, li qada Newrozêya taxa Konakê Newrozê pîroz dikin û pankartên “Em ê Teqez bi Serbikevin”, “Bila Leyla bijî û tecrîd rabe" vekirin û alên HDP'ê hildan. Tevî ku li qada Newrozê bi dehan maşîneyên zirxî û bi hezapan polîsan dorpêç kiriye jî bi hezaran welatiyên Cizirê astengî u barîkatên polîsan derbas kirin û xwe gîhandin Qada Newrozê. Jin, zarok û ciwanên ku barîkatên OHAL'ê tîne aqilan derbas kirin û li qadê bi coşek mezin û rengên zindî Newrozê pîroz dikin. Gelê Cizêrê ku jin bi kiras, fîstanên spî daketin qadê peyama aştî û xwişk û biratiyê dan. Herikîna gelê Cizîrê ya Qada Newrozê berdewam dike.