AMED - Aktîvîsta TJA’yê Ayşe Gokkan, di Newroza Amedê ku bi sed hezaran kes beşdar bûye de axivi û got: “Rehşnanan agir pêxist û Leylayan îro berxwedan bilind kir. Newroz berxwedan e. Îro roj roja tecrîd bê şikandin. Heke tecrîd navnetewî be berxwedan jî navnetewî ye.
Pîrozbahiya Newroza Amedê bi coşek mezin û tevlêbûna sed hezaran berdewam dike. Piştî hunermend Bajar derket ser dikê û gel li ber stranên xwe coşand. Nûnerên saziyan axivîn. Aktîvîsta TJA’yê Ayşe Gokkan, derket ser dikê û axaftinek kurd kir. Gokkan, bal kişand ser berxwedana li dijî tecrîde û wiha got: “Rehşnanan agir pêxist û Leylayan îro berxwedan bilind kir. Newroz berxwedan e. Îro roj roja tecrîd bê şikandin. Heke tecrîd navnetewî be berxwedan jî navnetewî ye. Berxwedana li dijî tecrîdê bilind bûye. Wê bi ruhê yekîtiyê tecrîd bê şkiandin. Wê tecrîd bişikê û faşizm û tecrîd têk biçe. Bijî berxwedana Leyla Guven û jina kurd, bijî berxwedana her çar parçeyên Kurdistanê.”
NEWROZ WÊ SERKEFTINÊ BÎNE
Nûnerê Partiya Însan û Azadî (PÎA) Ahmet Kaya jî gel silav kir û wiha got: "Silav li hemû şehîdên Kurdistanê û qehremanên wan. Silav li hemû parçeyên Kurdistanê. Newroz mizgîniya biharê ye. Wê Newroz serkeftinê bîne. Em ê welatê xwe Kurdistanê azad bikin. Azadî wê bibe para gelê kurd. Yekîtî ya gelê kurd e. Gelê hêja em dest bidin Welat Li Benda Me ye.”
'KESÊN DIGOTIN KURDISTAN TUNE VAYE KURDISTAN'
Serokê Giştî yê Partiya Komînîstên Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek jî bersîva gotinên Erdogan a 'Cihekî bi navê Kurdistan tune' û wiha got: “Em Newroza Leyla Guven pîroz dikin. Kesên digotin Kurdistan tune ne. Va Kurdistan li vir e. Va em li qadên Newrozê xeyalên Kurdistanê pêk tînin. Em li vir ev der welatê me ye. Emê di hilbijartinê de xeyala pêşengên kurd pêk bînin. Em ê di 31’ê Adarê de qeyûman bişînin û serkeftin wê ya gelê kurd be.”
Dikarî vê bikî nûçe."