KOBANÊ / KERKÛK - Bi sed hezaran welatiyên Kobanê û Kerkûkê li qadên Newrozê kom bûn û bi coşa herî mezin Newrozê pîroz dikin. Gelê Kobanê li li ser girê Miştenûrê Newrozê pîroz dikin. Gelê Kerkûkê jî li ser Qela Kerkûkê Newrozê pîroz dikin.
Gelê Kurd û gelên Kurdistanê li dehan bajaran bi tevlêbûna milyonan bi coşek mezin Newrozê pîroz dikin. Li Kobanê û Kerkûkê jî bi tevlêbûna sed hezaran Newrozê pîroz dikin.
KOBANÊ
Bi deh hezaran pêkhateyên Kurd û Ereb bi dirûşma "Bi rihê Newrozê em ê tecrîdê bişikînin û Efrînê rizgar bikin" berê xwe da qada pîrozbahiya Newrozê ya Girê Miştenûr. Girseya hatin qada Newrozê agirê Newrozê geş kirin.
Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebid Hamid Mehbaş û bi navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Firatê, bi navê jinên herêma Firatê û bi navê hêzên leşkerî wê bi axivin.
Komên girêdayî Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido, dê dîlan û stranên gelêrî pêşkêş bikin.
KERKUK
Li Kerkûkê jî gel Agirê Newrozê li ser Qela Kerkûkê pêxist. Gelê Kerkûkê, Cejna Newrozê bi awayekî girseyî li ser Qela Kerkûkê agirê Newrozê pêxist û pîroz kir. Gel li ser Qela Kerkûkê bi beşdarbûna hizbên Kurdistanî yên Kerkûkê cejna Newrozê pîroz kir. Pîrozbahiyê bi pêxistina agir dest pê kir. Piştre Rêvebirê Malbenda 2 ya Yekitiya Nîştimanî Kurdisan (YNK) a Kerkûkê Aso Mamend axaftinek kir û got; "Em Newrozê li tevayî Kurdan pîroz dikin. Hêvîdarin ev sala nû bibe sala rizgariya tevayî gelê Kurdistanê. Herwiha em bang li hikûmeta Iraqê jî dikin, ji bo aramkirina rewşa Kerkûkê hewildanên xwe hîn zêdetir bikin.
Bêy ku pirsgirêkek derkeve şahiya Newrozê bi dawî hat.