AGIRÎ - Adem Arslan ku 96 roj in di greva birçîbûnê de ye, Newroza gelê kurd prîoz kir û got, ew ê mîrateya Zulkuf Gezen bidomînin û heta tecrîd bi dawî nebe wê çalakiya wan dewam bike.
Çalakiya greva brçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan da destpêkirin di roja 134'an de didome. Her wiha bi heman daxwazê çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan jî didome. Yek ji girtiyên di gerva birçîbûnê de jî Adem Arslan e. Arslan, li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê 96 roj in di greva birçîbûnê de ye.
'WÊ ÇALAKIYA ME BIDOME'
Arslan, diyar kir ku rewşa wan baş e û li ber xwe didin û got: "Heta tecrîda li ser Ocalan bi dawî nebe, wê têkoşîna me berdewam be. Hiqûqê pêk naynin. Ne guh didin hiqûqa gerdûnî ne jî guh didin hiqûqa li welat. Wê çalakiya me dewam bike." Arslan, bilêv kir ku wan xistine hucreyê û got: "Min, Zerdeşt Odûncû û Ramazan Çeper xistine hucreyan. Zext û zoriyên li ser me didomin. Tenê daxwazek me heye. Ew jî bidawîbûna tecrîdkirina Ocalan e. Di şexsê Ocalan de hemû civak tê tecrîdkirin."
‘NEWROZA GELÊ ME PÎROZ BE'
Arslan, anî ziman ku ew bibiryar in û got: "Pêşengên me Mazlûm Dogan, Hayrî Dûrmûş û Zulkuf Gezen çi mîras ji me re hiştibin, em wê didomînin. Berxwedan jiyan e. Moralê me baş e. Banga me ya ji bo gelê me ev e; Xwedî li zarokên xwe û çalakiya wan derkevin. Kawa û Mazlûm Dogan jiyaneke mezin ji me re hiştin. Ev jiyan jî berxwedan e. Ocalan ji bo gelê kurd dibêje, gelê newrozê. Em bawer dikin ku wê gelê newrozê îsal ji bo rêberê xwe û azadiya xwe li ber xwe bidin. Newroza gelê me pîroz be. Wê îsal bibe sala serketin û şikandina zilm û tecrîdê."
BAV: EM SERBILIND IN
Bav Hetem Arslan jî got: "Adem, ne ji bo xwe ji bo Kurdistaneke azad û Rêberê Kudistanê Abdullah Ocalan ketiye greva birçîbûnê. Loma em pê serbilind in. Daxwaza zarokên me daxwazeke bişeref û binamûs e. Ev daxwaza daxwaza me ye jî. Bila gelê me rabe ser piya, an jê wê cenaze bên. Û wê bibin hevaprê vê komkujiyê."
Arslan, ji bo Zulkuf Gezen jî sersaxî xwest û got: "Bila serê Kurdistanê û malbata wî sax be. Em bedêlan didin. Divê gelê me zarokên me û daxwaza wna bibîne. Adem tenê ne kurê min e, zarokê vî gelî ye. Bila gelê me xwedî li zarokên xwe derkeve."
Dayik Îffet Arslan jî got: "Hemû zarokên min in. Adem, bêsûc e û beleheq wî girtine. Em dixwazin tecrîda li ser Ocalan û civakê bi dawî bibe. Ji ber zarokên me di greva birçîbûnê de ne, xwarin di qirika me re naçe. Li hundur zext û zor hene, heman zetx li derve jî hene. Ez dayikeke dilşewat im. Emrê min li ber girtîgeahn derbas bû. Ev tecrîd li hemberî me ye, bila rabe. Ev têkoşîna me ye. Divê gelê kurd rabe ser piya û xwedî li vê têkoşînê derkeve."
MA / İrfan Tuncçelik