ENQERE - Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê û diyar kir ku ew rêxistinên mafên mirovan ji bo pêvajoyê tev digerin û ji bo biçin Îmraliyê serî li Wezareta Dadê dane, lê belê serlêdana wan hatiye redkirin.
Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan, diyar kir ku serlêdana wan a ji bo bidawîbûna çalakiyên greva birçîbûnê hatiye redkirin. Her wiha Turkdogan, bal kişand ser Zulkuf Gezen ku ji bo tecrîdê protesto bike dawî li jiyana xwe anî û got: "Em jiyanê dixwazin. Lê belê di nêvengeke wina guhnedêr de, pêkanîna çalakiya girtiyekî divê me hemûyan bide fikirandin. Bi taybetî jî divê îktîdara siyasî ya Tirkiyeyê dersekê ji vê rewşê bigire."
Turkdogan got: "Di qanûna înfazê de hikmekî vekirî heye, lê çima îktîdara siyasî bi kêfî tev digere? A rast ev ji bo ravekirina nêvenga niha mînakeke girîng e. Kêfiyeta li girtîgeha Îmraliyê sîrayetş her derê Tirkiyeyê kiriye. Gotinên di dema hilbijartinê de tên bilêvkirin, dîmenên tên nîşandan, zimanê tê bikaranîn, gef û heqaret... A rast ev hemû nîşan didein ku em ber bi kuderê ve diçin. Eger welatek were asteke ku qanûnên xwe jî pêk neyne wê çi biqewime? Ev alozî ye û teqez divê Tirkiye ji vê rewşê dûr bikeve."
'ÎKTÎDARA SIYASÎ BI RIHETÎ DIKARE VAN QEDEXEYAN BI DAWÎ BIKE'
Turkdogan, anî ziman ku niha bi hezaran girtî di greva birçîbûnê de ne û got: "Divê îktîdara siyasî rûnê û li ser evan tiştan hûr bibe. Girtî bibiryar in. Em bibiryarbûna wan ji çi fêm dikin? Em ji Leyla xanimê fêm dikin. Li girtîgehê dest bi greva birçîbûnê kir. Hat berdan û niha li malê didomîne. Her wiha çend kesên din jî hatin berdan û niha ew jî li malê didomînin. Daxwazên wan pir hêsan in; bidawîbûna tecrîda li Îmraliyê ye. Jixwe ev tiştekî qanûnî ye. Heta çend roj ber Dadgeha Qanûna Bingehîn, astengkirina hevdîtina bi telefonê ya girtiyekî li Îmraliyê, wekî binpêkirina mafan nirxand. Eger rewş wisa be û hûn rabin hevdîtina bi malbatê û parêzeran re asteng bikin, li vir binpkirineke pir aşkere heye. Îktîdara siyasî li gor vê biryara Dadgeha Qanûna Bingehîn bi rihetî dikare qedexeyên heyî bi dawî bike."
'AŞTÎ Û TECRÎD GIRÊDAYÎ HEV IN'
Turkdogan, destnîşan kir ku divê îktîdar amadekariyên ji bo aştiyê bike û got: "Eger Tirkiye dixwaze pirsgirêka kurd bi awayekî demokratîk û aştiyane çareser bike, divê ne bi qedexekirinan bi rêyên qanûnî çareser bike. Niha weziyet ew e ku cenazeyê Zulkuf Gezen ê dawî li jiyana xwe anî, nehiştin malbata wî veşêre û nehiştin mirov biçin goristanê. Wê ev rewş heta kuderê dewam bike? Piştî hilbijartina herêmî divê ev rewş veguhere rewşeke asayî. An jê wê tiştên nebaş biqewimin û bawer bikin naxwazim behsa wan tiştan bikim."
Her wiha Turkdogan, destnîşan kir ku piştî rûxandina pêvajoya çareseriyê li Tirkiyeyê pêvajoyeke kêfî ketiye dewrê û got: "Tekane rêya xelasbûna ji vê rewşê, birbîrxistina mafên mirovan û rûmeta mirovan e. Divê ev pêk bên. Çimkî tecrîd û aştî du mijarên girêdayî hev in. Pêdiviya Tirkiyeyê bi aştiyê heye. Pêdiviya gelên Tirkiyeyê bi aştiyeke civakiyî heye. Ev îktîdar naxwaze raya giştî gotinên Abdullah Ocalam bibihîse. Em ji îktîdara siyasî re dibêjin; hûn nikarin gotinên kesî qedexe bikin."
Turkdogan, anî ziman ku der barê pêvajoyê de ew ketine nav hewldanan û got: "Me hevdîtin bi Wezareta Dadê, bi rayedarên wezaretê re çêkirin. Ji bo em biçin Îmraliyê lêkolînan bikin, me di 18'ê Sibatê de serî li Wezareta Dadê da. Di 12'ê Adarê de bersiva serlêdana me hat, lê belê bersiv neynî bû. Me randevû ji Serkomartiyê xwest. Niha bersiva nehatiye dayîn. Her wiha me serî li CPT'yê jî da. Me daxwaznameyek şand. A rast saziyên navnetewî hay ji rewşa Tirkiyeyê hene. Ji bo ev hevdîtin pêk bên em ê bêtir tev bigerin. Jiyan û mafê tenduristiyê yê girtiyan ji bo me pir girîng e. Em naxwazin di vê pêvajoyê de tu eks tahl bibe. Hêvîdar im rojek berî rojekê tecrîd bi dawî bibe û li Tirkiyeyê pêvajoya aştiyê dîsa dest pê bike."