* Karker Sevda Kotan a di kafeya di bin baneya Şaredariya Kadikoyê de kar dikir û ji ber ducanî bû ji kar hat avêtin, doz vekir û piştî 3 sal şûnde doz qezenç kir. Kotan, ger ku disa dest bi kar neke, vê carê dê doza “cudakariyê" veke.
* Li Mêrsînê, hunermendên jin ji bo HDP'ê bi navê "Jin û Jiyan" stranek çêkirin. Hunermendan bang li her kesî kir ku li dor HDP'ê bibin xelek.
* Namzetê CHP'ê yê Şaredariya Toroslarê Suleyman Dalkiliç, anî ziman ku ew li benda piştgiriya her kesî ne û got: "Ez kurd im û dixwazim gelê me piştgiriyê bide min. Her kes xwişk û birayên min e. Li cem min cihêkarî tune ye."
* Yûsûf Baranê 12 sal î, dawiya hefteyê di otobêsa hilbijartinê ya HDP'ê de dixebite. Teknîka otobêsê emanetî wî ye.
* Ayten Gulsun û Besê Ozer, ji girtîgehê nameyek şandin. Di nameyê de diyar kirin ku heta tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî nebe wê çalakiya wan dewam bike.
* Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê û diyar kir ku ew rêxistinên mafên mirovan ji bo pêvajoyê tev digerin û ji bo biçin Îmraliyê serî li Wezareta Dadê dane, lê belê serlêdana wan hatiye redkirin.
* Namzetên HDP'ê yên Çewligê Senem Çakas û Hişyar Ozsoy, diyar kirin ku ew ê ne ji bo rantê ji bo gel tev bigerin û gotin: "Em ê çandeke bajêr biafirînin, budçeya xwe bi awayekî adilane, bêyî cihêkarî berbêşî gel bikin."
* Adem Arslan ku 96 roj in di greva birçîbûnê de ye, Newroza gelê kurd prîoz kir û got, ew ê mîrateya Zulkuf Gezen bidomînin û heta tecrîd bi dawî nebe wê çalakiya wan dewam bike.
* Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan, dê li Amedê tev li bernameya bîranîna Kemal Kurkut ê li Qada Newroza 2017'an hat kuştinê bibe û piştre tev li Newrozê bibe. (11.00)
* Cejna Newrozê dê îro li Amed, Êlih, Wan, Şirnex, Agirî, Gever, Tetwan, Cizîr, Sîlopî, Nisêbîn, Mîdyad, Çewlîk, Qereqoçan, Riha, Dîlok, Îzmîr, Aydin, Manîsa, Bodrûm, Bursa, Çanakkale, Burhaniye, Edene, Mêrsîn, Antalya û Konya wê bi dirûşmeya "teqez emê bi ser bikevin bi tevlêbûna milyonan bê pîrozkirin. (10.00-18.00)