AMED - 3 parlamenteren HDP'ê yên li avahiya HDP'ê ya Amede li dijî tecridkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne, beriya 21'ê Adarê Newrozê, Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a bi heman armancê 133 rojin di grevê de ye li mala wê ziyaret kir.
Berxwedana Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven a bi armanca rakirina tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kir, di roja 133'emîn de didome. Di 3'ê Adarê de parlamentera HDP'ê ya Amedê Dersîm Dag, di 8'ê Adarê de jî parlamenterê HDP'ê Tayip Temel û Murat Sarisaç, bi heman armancê li avahiya HDP'ê ya Amedê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribûn û çalakiya xwe berdewam dikin. 3 parlamenteren HDP'ê yên li avahiya HDP'ê ya Amede di greva birçîbûnê de ne, beriya 21'ê Adarê Newrozê, Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a 133 rojin di grevê de ye li mala wê ziyaret kir.
Leyle Guven, li ser hesabê medya civakî parve kir û got: “Hevalên min ên pir ciwan ku ronî ji çavê wan dibarin, baweriya min a em bi ser bikevin bêtir xurt kir."