MÊRDÎN – Li gelek navçeyên Mêrdînê gel kom bûn û Agirê Newrozê geş kirin. Girseyên li dora agir kom bûn tecrîd şermezar kirin û dirûşmeyên ji bo Zulkuf Gezen berz kirin.
Li gelek navçeyên Mêrdînê gelên ku li qadan kom bûn Agirê Newrozê geş kir. Komên li dora agir kom bûn govend gerandin û dirûşmeyên "Newroz pîroz be" "Leyla Guven Rûmeta me ye", "Bijî Berxwedana Zindanan" û
diruşmeyên azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dixwazin û dirûşmeyên ji bo Zulkuf Gezen ê li Girtîgeha Tekîrdagê çalakî pêk anî berz kirin. Çalakgeran piştgirî dan çalakiya Leyla Guven û girtiyên di grevê de.