AMED - Danişîna doza Rojnameger Esra Solin Dal a bi îdîaya "Li dijî dewletê rojnamegeriyê dike" û "Endamtiya rêxistinê" dihat darizandin hat dîtin. Esra Solin Dal, di danişîna yekem de beraet kir.
Danişîna doza Rojnameger Esra Solin Dal a bi îdîaya "Li dijî dewletê rojnamegeriyê dike" û "Endamtiya rêxistinê" dihat darizandin, li 9'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. Esra Solin Dal, di danişîna yekem de beraet kir. Di 9'ê Cotmehê de li 9 bajaran di bin navê “KCK/TM” de operasyon hatibû li darxistin. Di operasyonê de Rojnameger Esra Solîn Dal jî di navde 142 kes hatibûn binçavkirin. Esra Solin Dal, bi îdîaya "Li dijî dewletê rojnamegeriyê dike" û "Endamtiya rêxistinê" dihat darizandin. Esra Solin Dal, di danişîna yekem de beraet kir.