EDENE – Lêgerîna polîsan a bi ser avahiya HDP’a Edeneyê de ku girtibûn 8 saet in didome. 11 HDP’î bi îdaya “Dadgeh ava kirine” hatin binçavkirin.
Polîsan serê sibê bi ser avahiya rêxistina HDP’ê ya Edeneyê û navçeya Seyhanê de girtibû. Ji serê sibê ve ev 8 saet in lêgerîna polîsan li avahiyê dewam dike. Di serdegirtinê de Hevseroka HDP’a Edeneyê Gulseren Tural, Hevserokê Rêxistina HDP’a Seyhanê Hazim Yalçin, Namzetê Meclîsa Şaredariya Seyhanê Huseyîn Beyaz, endamê Meclîsa Şaredariya Seyhanê yê berê Enver Okmen, rêveberên HDP’a Edeneyê Zekî Eren, Alî Arslan, Yaşar Demîr û 5 kesên navê wan nehat hîn bûn bi îdaya “Dadgeh ava kirine” hatin binçavkirin
AVAHÎ DORPÊÇ KIRINE Û LÊGERÎN DIDOME
Bi sedan polîs û maşîneyên zirxî avahiyê dorpêç kirine. Parlamenterê HDP’ê yê Edeneyê Kemal Pekoz û parêzer piştî hevdîtinê kirin ketin avahiyê. Hat zanîn ku dozgerê lêpirsînê birêve dibe ji HDP’iyan re got: “Di avahiyê de delîlên girîng hene. Em wan berhev dikin.”