MINBIÇ - Gelê Minbicê cejna Newrozê bi dirûşma "Bi rihê Newrozê em ê tecrîdê bişikînin û Efrînê rizgar bikin" li Stada Beledî ya bajêr bi coşek mezin pîroz kirin.
Gelê Minbicê cejna Newrozê bi dirûşma "Bi rihê Newrozê em ê tecrîdê bişikînin û Efrînê rizgar bikin" bi coşek mezin pîroz kirin. Bi hezaran şêniyên bajarê Mibicê, endamên komîte, saziyên sivîl ên girêdayî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya Minbic û gundewarên wê, şandeyên ji herêmên Cizîr û Firatê, şandeyek ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi cil û bergên xwe yên gelêrî tev li pîrozbahiyê bûn. Girseya tev li Newrozê bûn li
stadê wêneyên şehîdan, alên Partiya Pêşerojê ya Sûriyê, ala Hêzên Ewlekariya Hundrîn, alên Meclisa Jinan, Meclisa Ciwanan, pankartên "Têkoşîna jinan di Newrozê de tê nûkirin" daliqandin. Di şahiyê de bi zimanên kurdî, erebî, tirkmenî û suryanî axaftin kirin. Paşê kevokên aştiyê firandin û dayikên şehîdan agirê Newrozê pê xist. Nûnerên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarên wê, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Partiya Pêşerojê ya Sûriyê axaftin kirin. Piştre stran û dîlanên folklorîk hatin pêşandan.