ÊLIH – Li Êlihê polîsan bi ser malekê de girt û hemû ferdên malbatê û mêvan wan binçav kir.
Li Taxa Korikê ya Êlihê polîsan bi ser malekê de girt û piştî lêgerîna li malê hemû ferdên malbatê binçav kir. Serdegirtin bi hêceta “îxbar heye” pêk hat û hemû eşyayên malê serûbin kirin. Di serdegirtinê de Reşît û zarokên wî Halîl, Mahsum, Adîl, Sonya û Emîn Erden û Endamê Meclîsa Ciwanên HDP’ê Mehmet Yildirim ê mêvan bû hatin binçavkirin.
Hat zanîn ku Emîne Erden a aktîvîsta TJA’yê û Mehmet Yildirim ê HDP’î bi derbkirinê hatin binçavkirin.
Binçavkiriyan birin Miduriyeta Polîsan a Êlihê.