COLEMÊRG – Li Navçeya Geverê 4 kesên xwestin li Qada Newrozê pankart daliqînin hatin binçavkirin.
Li Navçeya Geverê ya Colemêrgê dê sibê agirê Newrozê bê pêxistin û pîrozkirin. Bernameya Newroz dê li Stadyuma Navçeya pêk bê. Rêveberên Rêxistina HDP’a HDP’ê ya Geverê Mehmet Emîn Seven û Derya Ozdemîr û rêveberên Rêxistina DBP’ê ya Geverê Nurettîn Atsiz û Seracettîn Kina ku xwestin li Qada Newrozê pankartan daliqînin ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin. Hêceta binçavkirinê nehat zanîn û ew birin Miduriyeta Polîsan a Geverê.