AMED - Di doza ku derbarê rojnameger Berîtan Canozer hat vekirin de, şahidan, diyar kir ku wan îfadeya xwe di bin îşkenceyê de dane û îfadeyên xwe paşve kişandin.
Yekemîn danişîna doza derbarê rojnameger Berîtan Canozer de bi sûcdariya "Endamtiya rêxisitnê" hatibû vekirin, li 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Di daneşîna hat dîtin de Canozer û parêzer wê Resûl Tamûr amade bûn. Malbat û hempîşeyên Berîtanê jî doz şopandin. Şahidên hatibû îdîakirin ku derbarê Canozer de îfade dane Mehmet Salîh Ateş û Baran Aslan bi pergala SEGBÎS'ê beşdarî danişînê bûn.
CANOZER: EZ ROJNAMEGERIM
Heyeta Dadgehê bi tespîta nasnameyê dest bi daneşînê kir. Piştre Canozer parastin kir û sûcdariyên di îdîanameyê red kirin û Canozer di dewama parastina xwe de wiha got: "Ez rojnameger im û her kes min nas dike û ez rojnamegeriyê dikim. Ez sucdariyên derbarê xwe de qebûl nakim û red dikim. Tu xebateke siyasî min nemeşandiye."
'HÛN BI HEZARAN DEK Û DOLABAN TÊN PÊŞBERÎ ME'
Mehmet Salîh Ateş ê hat îdîakirin ku derbarê Canozer de îfade daye ji Girtîgeha Xarpêtê bi SEGBÎS'ê beşdarî danişînê bû û wiha got: "Ez Canozer nasnakim. Vê derê ne cihê MÎT'ê ye û hûn jî ne serokê MÎT'ê ne. Hûn bi hezaran dek û dolaban tên pêşberî me. Cara çûyî jî, we bangî min kiribû û min gotibû ez nasnakim. Êdî bangî min nekin. Kesekê mîna Mehmet Salîh Ateş tuneye. Min jî bîr bikin. Bi darê zorê îmze bi min dan avêtin. Hemû ifade derewin. Ez Berîtan Canozer nas nakim. Di dozên wiha de ez naxwazin şahiyê bikim."
Baran Aslan ê ji Girtîgeha Tîpa D a Amedê bi SEGBÎS'ê beşdarî danişînê bû jî, diyar kir ku ew Canozer nas nake û wiha axivî: "Dibin îşkenceyê de min îfade li ser Canozer da. Bi darê zorê û zextan îfade bi min dan îmze kirin. Îfadeyên di dosyeya dozê cih digirin ne aîdê minin."
'ÎFADEYÊN CANAN CEYLAN NE RASTIN'
Dûre Parêzer Resûl Tamûr parastin kir û wiha got: "Baran û Mehmet Slîh Aktaş ji zû ve îfadeya xwe paşve kişandine. Îfadeya Canan Ceylan û Rifaî Îpek jî bi nakok e. Canan di sala 2014'an de tevli rêxistinê dibe û diçe derveyî welêt. Piştre tê Sûrê û ji wê jî firar dike diçe Wanê û li wê tê girtin. Beriya ku li Sûrê qedexe bê ragihandin diçe Wnê. Bêyî ku wê seremê bijî jê re şahidiyê dike. Li girtîgehê daxwaznameyê dide ji bo ku ji qanûna poşmaniyê sûdê bigire. Ji bo ku zû ji girtîgehê derkeve 182 kesî nîşanî wê didin û dibêje ku ez wan hemûyan nas dikim."
Heyeta Dadgehê, ji bo ku îfadeya Canan Ceylan bê tespîtkirin biryar da ku ji 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê re nivîs bê şandin, li benda bersiva wê bê mayîn û daneşîn taloqî 26'ê Hezîranê kir.