ENQERE - Şaxa Enqerê ya DAD’ê, bertek nîşanê serdegirtina polîsan ên li dijî rêveber û endamên xwe da û diyar kir ku ewê peşde gav ne avêjin.
Şaxa Koleya Elewiyên Demokratîk (DAD) Enqerê, derbarê binçavkirin 18’ê Adarê yên rêveber û endamên xwe de civîna çapemeniya li dar xist. Hevserokê HDP’ê yê Enqerê Huseyên Gevher, Sekreterê Giştî yê Komelya Pîr Sûltan Abdal Onûr Şahîn û Hevserokê Mala Cemê Dayika Fatma beşdarî civînê bûn.
Endama Desteya Rêveber a DAD’ê Hulya Firat di civîna li avahiya komelê hat lidarxistin de axivî û wiha got: “Bi taybetî bi nêzîkbûna hilbijartinê re, hikumetê êrîşên xwe zêdetir kirine û kesên edaletê dixwazin kirine hedef. Em baş dizanin ku tu feydeya tirsê tuneye. Li welatê me şert û mercên şer didin jiyîn. Dibe ku OHAL hatibe rakirin, lê pêkanînên wê dema dikin. Hevserokê Şaxa me ya Kizilay bi awayekê bêhiqûqî hat binçavkirin. Dîsan bi ser mala Sekreterê Hevserokê me yê Kizilayê Mûrat Işik de girtin. Lê ji ber ku derveyî welat bû nehat binçavkirin. Bila baş bê zanîn ku dê kes nikaribe bi hevalên me gavê paşve bide avêtin. Me wekke Pîr Sûltan û Seyd Riha heya roja îro li hemberî zaliman serî netewand û koletî nekir. Em dixwazin hevalên me bên berdan. Em bang li hemû endamên komeleya xwe didin dengê xwe derxînin. Em bang piştevaniy azadî û edaletê dikin.”