ÎZMÎR – Hêzên Ked û Demokrasî ji bo Newroza dê sibê li Qada Gundogdu ya Îzmîrê bê pîrozkirin banga beşdariyê kirin.
Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Îzmîrê ji bo banga beşdariya Newroza Îzmîrê ya dê li Qada Gundogduyê bê pîrozkirin li avahiya Şaxa 1’emîn a Egîtîm Sena Îzmîrê civîna çapemeniyê li dar xist. Berdevka Demê ya KESK’a Îzmîrê Hulya Baran Ulaşoglu daxuyanî da û got: “Werin em vê xwîna diherike bisekinînin. Werin em agirê Kawayê Hesinkar ê li dijî zilma Dehaq pêxistin, em bi hemû reng û nasnameyên xwe li Qada Gundogduyê agirê Newrozê geş bikin. Werin em hemû bi hev re li dijî zilma zaliman agirê Newroza gelan agirê Newrozê pêxin.”