AMED – Amadekariyên Newroza Amedê ya ku her sal bi heybet tê pîrozkirin temam bûn. Tê payîn çalakiyên greva birçîbûnê mohra li pîrozbahiyê Newrozê bide. Dê peyama Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a ku 133 roj in li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye bê xwendin.
Newroza Amedê her sal pîrozbahiyên bi heybet li pey xwe dihêle. Îsal jî Newroza Amedê bi şîara “Em ê teqez bi ser bikevin û tecrîdê bişkînin” dê bê lidarxistin. Newroza Amedê li cihê her sal Qada Newrozê ya li navçeya Rezana Amedê dê bê lidarxistin. Tê payîn bi sedhezaran kes tev li pîrozbahiyê bibe. Amadekariyên Qada Newrozê bi dawî bûn. Endamên Komîteya Amadekar a Newrozê û namzetên HDP’ê yên hevşaredariyan mal bi mal, kolan bi kolan digerin û gel vedixwînin Newrozê.
GELEK KES BEŞDAR DIBIN
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan, Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, Hevserokê Giştî yê DBP’ê Mehemt Arslan, Hevberdevkê HDK’ê Sedat Şenoglu, Tevgera Jinên Azad (TJA), parlamenter û namzetên hevşaredariyan ên HDP’ê, Partiyên Kurd ên di nava îtîfaqa hilbijartinê de cih digirin, Hevseroka SYKP’ê Canan Yuce, Wekîlê Seroka Giştî ya ESP’ê ŞahînTumuklu, Hevserokên Giştî yên ÎHD’ê Eren Keskîn û Ozturk Turkdogan, Hevserokê Giştî yê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk, Seroka Giştî ya EMEP’ê Selma Gurkan, nûnerên DÎSK’ê, rêveberên MED-DER’ê, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û Wezîrê Dewletê yê berê Ziya Halîs dê beşdar bibin.
MALBATÊN KESÊN JIYANA XWE JI DEST DAN HATIN VEXWENDIN
Malbata Kemal Kurkut, malbata Medenî Yildirim, malbata Mehmet Tunç, malbata Mehmet Yavuzel, malbata Taybet Înan, malbata Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Uyar, malbatên Ethem Sarisuluk û Berkîn Elvan jî vexwendin pîrozbahiya Newrozê û tê payîn beşdar bibin.
HEYETA FRANSÎ HAT BINÇAVKIRIN
Rêveberên Partiy Komunîst a Fransayê Sylvie Jan û Michel Laurent duh ji bo tev li pîrozbahiya Newroza Amedê bibin li Balafirgeha Ataturkê ya Stenbolê peya bûn û hatin binçavkirin. Jan û Laurent li gorî xala 9’emîn a hejmara qanûna 6458’an ku derveyî sînor bikin tên rawestandin.
PEYAMA LEYLA GUVEN DÊ WERE XWENDIN
Pervîn Buldan, Berdan Ozturk, Mehmet Arslan, nûnerên partiyên kurd û aktîvîsta TJA’yê Ayşe Gokkan dê di Newrozê de axaftin bikin. Tê payîn peyama Newrozê ya Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê Leyla Guven a 133 roj in li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye bê xwendin.
BI SEDAN ROJNAMEGER DÊ NEWROZÊ BIŞOPÎNIN
Bi sedan rojanemger dê bernameya Newrozê bişopînin. Ji bo vê yekê gellek rojnamegerên biyanî hatin Amedê. Heta niha nêzî 300 rojnameger ji hundir welat û ji derveyî welat ji bo akredîtasyonê serî li HDP’ê dan.
Hunermend Bajar, Koma Pel û Pinar Aydinlar jî dê di Newrozê de konser bidin.