STENBOL – Serlêdana Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi boneya bi miwekîlê xwe re hevdîtin bikin cara 799’emîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dabûn û hat redkirin.
Ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Îbrahîm Bîlmez, Serbay Koklu, Mazlum Dînç û Raziye Turgut bi boneya bi miwekîlê xwe re hevdîtinê pêk bînin cara 799’emîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dabûn. Serdozgeriyê serlêdanê red kir.
Parêzer ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve nikarin biçin bi Ocalan re hevdîtinê bikin.