WAN - Gelê Wanê îsal dê bi şîara "Teqez emê bi ser bikevin" Newrozê li Parka Newrozê ya tenişta Keleha Wanê pîroz bikin. Welatiyên wanê diyar kirin ku dê bibin lehî û biherikin qada Newrozê. Waniyan, destnîşan kirin ku wê li Qada Newrozê li dijî tecrîdê bibin dengê çalakgeren zindanan.
Rêxistina HDP'ê û îtîfaqên partiyên kurdan dê di 21'ê Adarê de li Aydin, Bodrum, Çanakkale, Şirnex, Amed, Wan, Cizîr, Nisêbîn, Mîdyad, Êlih, Tetwan, Qereqoçan, Pirsûs, Gever, Dîlok, Îzmîr, Antalya, Edene, Mêrsîn, Manîsa, Cihanbeylî, Bursa, Hatay, Agirî, Silopî mîtingê Newrozê pêk bîne. Dê îsal Newroz bi şîara "Teqez emê bi ser bikevin" Newrozê pîroz bikin. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî de sibê tev li mitinga Newroza Wanê ku li Qada Newrozê ya Parka tenişta Keleha Wanê bê lidarxistin bibe. Li bendê ye ku bi sed hezaran gelê Wane sibê biherika Qada Newrozê û wekî her sal bi coşek mezin pîroz bike. Beriya Newroz sibê bê pîrozkirin, Welatiyên Wanê diyar kirin ku dê bibin lehî û biherikin qada Newrozê. Welatiyên Wanê anin ziman ku wê bibin lehî û biçin li Qada Newrozê li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bikin û bibin dengê çalakgerên greva birçîbûnê.
'GELÊ KURD DÊ ZALIMAN TÊK BIBE'
Welatî Ferhat Yuce anî ziman ku ji bo gelê Kurd Newroz pir bi wate ye û wiha got: “Em dê di roja Newrozê de li dijî zilma zaliman û li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bikin. Em dê bi tevlêbûnek mezin li qadê bin. Kawa dê li dijî zilma Dehaq derkeve. Gelê kurd dê sere xwe netewîne. Em dê ji tecrîdê re bêjin raweste.
'EM LI MALA XWE RÛNANÊN Û BIÇIN NEWROZÊ'
Welatî Nûrettîn Tosûn jî anî ziman ku dê îsal tevî zarok û xizmên xwe biçin Qada Newrozê û wiha got: “Bila roja Newrozê kes li malên xwe rûnenê. Bila her kes biçin qada Newrozê. Ev Newroz pir girîng e. Divê em grevên birçîbûnê jî li ber çavan bigirin û tevlêbunek xurt nîşan bidin. Em hevî dikin ku Newroza 2019'an bibe bibe Newroza Aştiyê.
'WANÎ DÊ BIHERIKIN NEWROZÊ
Welatî Salîh Atay jî anî ziman ku wekî her sal dê îsal jî Gelê Wanê biherike qada Newrozê û wiha axivî: “Wan û navçeyên xwe dê bibin yek û biherikin Qada Newrozê. Em dê ji Faşizm û tecrîdê re bêjin bes e. Gelê Wanê dê bi hemû hêza xwe tev li Newrozê bibin.
'EM DÊ BIBIN YEK DENG'
Yaşar Avun jî anî ziman ku ew dê li diji zilm û qeyûmê bibin yek deg û biherikin qada Newrozê û wiha got: "Em dê bibin yek deng û dawî li tecrîdê bînin."