AMED – Dema navê pîrozbahiya Newrozê tê ziman, Newrozên Amedê yên bi heybet tê bîra mirov. Newroza Amedê ku di sala 1992’an de tevî ku hat qedexekirin jî nêzî hezar kesî li Qada Deriyê Çiyê newroz pîroz kir. Newroza bi beşdariya hezaran dest pê kir li Parka Newrozê gihîşt milyonan. Tê payîn di Newroza 2019’an de çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a li dijî tecrîdê da destpêkirin mohra xwe li pîrozbahiya Newrozê bide.
Agirê Newrozê ku li dijî zilma Dehak a yekem car ji aliyê Kawayê Hesinkar ve hat pêxistin dê îsal cara 2 hezar û 640’emîn bê pêxistin. 21’ê Adarê bi sedsalan e wek hişyarbûna xwezayê tê silavkirin. Bi têkoşîna gelê kurd re Newroz dema gihîşt salên 1990’an bi qedexe, zext û astengiyan re rû bi rû ma. Tevî komkujiyan û qedexeyan jî bi deh hezaran însan derdiketin kolan û qadan agirê Newrozê pêdixistin. Di pîrozbahiyên salên 90’î de li hin deveran polîs, esker û tîmên taybet êrîşî birin ser pîrozbahiyan û bi dehan welatî qetil kirin. Bi hezaran kes dihatin binçavkirin û girtin. Bi sedan kes birîndar dibûn. Tevî van hemûyan jî gelê kurd bi enyad dest ji têkoşîna xwe berneda û Newrozê gihand salên 2000’î. Dema Newroz gihîşt salên 2000’î û şûn ve hejmara kesên daketin qadan gihîşt bi milyonan kes.
Li gel hemû zextên dewletê jî bi milyonan kes dest ji qada berneda û Newroz heta roja me ya îro bi girseyî hat pîrozkirin. Newrozên Amedê mohra xwe li dîrokê dan û di nava rûpelên dîrokê de bi cih bû.
1992: BERXWEDANA NEWROZÊ DEST PÊ DIKE
Di sala 1992’an de li pîrozbahiyê Newrozên Cizîr û Nisêbînê komkujî qewimîn û bi dehan mirov jiyana xwe ji dest da. Dîmen ango berxwedana van newrozan mohjra xwe li dîrokê dan. Tevî hemû zext û zordestiyê jî gel qadan neterikand û tevî ku can dan jî li ber xwe dan û dîroka Newrozê bi berxwedana xwe neqişandin.
Di 1992’an de li Amedê jî tevî ku Waliyê Amedê Newroz qedexe jî kir nêzî hezar kesî li ber avahiya HEP’ê ya li Deriyê Çiyê agirê Newrozê pêxistin û newroz pîroz kirin.
1993: HINEK XWERAGIR DERBAS BÛ
Di sala 1993’an de PKK’ê agirbesta yek alî îlan kir. Li ser vê yekê pîrozbahiya Newrozê li gorî salên din xweragir derbas bû. Li Amedê navnîşana pîrozbahiyê dîsa ber avahiya Rêxistian HEP’ê ya Amedê bû. Li hemû taxên bajêr agirê newrozê pêxistin. Newroza 1993’an wisa derbas bû.
1994: NEWROZA BI RAGEŞÎ
Newroza sala 1994’an dîsa bi rageşî derbas hat pîrozkirin. Beriya roja Newrozê li gellek bajaran bi sedan kes hatin binçavkirin. Di serê bajarên operasyon lê hat kirin Amed dihat. Roja Newrozê destûra hemû polîs û eskeran hat betalkirin, têketin û derketina bajêr hemû hat qedexekirin û lêgerîn hat kirin. Li dijî van zextên dewletê PKK’ê banga “Li dijî provokasyonan li malê xwe agirê Newrozê pêxin” li gel kir. Li ser vê bangê gel yekem car li mal û li ber malên xwe agir pêxistin û cejna xwe pîrozkirin.
1995: DEWLETÊ ‘NEVRÛZÊ’ PÎROZ KIR
Li gorî zext û tundiyên salên din di sala 1995’an de dewlet neçar ma polîtîkaya xwe biguherîne. Newroz a ku heta sala 1995’an kes nikaribû navê wê hilde lê ji aliyê dewletê ve bi xeyrî fermî wek “Nevrûz” hat pîrozkirin. Ji bo “Nevrûzê” bernameyên taybet hatin organîzekirin, yên xwestin Newrozê pîroz bikin jî dîsa derketin kolan û qadan û bi îşkenceyan re rû bi rû man. Gellek kes hatin binçavkirin. Çend rêveberên dewletê agirê agirê mangalê pêxistin û di ser re qevaz dan û hêkên reng û reng li hev xistin. Pîrozbahiya “Nevrûzê” ya dewletê di nava gel de bû mijara henekan. Gel li taxan lastîkan danî ser hev û agirê Newrozê pêxist. Gel agirê newrozê geş kir û li ber stranan govenda azadiyê gerand.
1996: DI ROJEKÊ DE AGIRÊ DUYEM HAT PÊXISTIN
Di sala 1996’an de polîtîkaya qedexekirina Newrozê ya dewletê neguherî. Gelê kurd ku Newrozê ji xwe re wek roja berxwedanê dibîne, dewletê xwest xwedî li vê rojê derkeve. Dewletê ji zanîngehan re giştîname şand û navbera 17-24’ê Adarê wek “Hefteya Newrozê” îlan kir. Gelê Amedê guh neda giştînameya dewletê û serê sibê gel berê xwe da semta Kuruçeşmeya navçeya Rezana Amedê. Gel li Kuruçeşmeyê kom bû. Rayedarên dewletê jî xwest li Qada Deriyê Çiyê “Nevrûzê” pîroz bike, lê li ser bertek dayîna gel rayedar neçar man bernameya xwe betal bikin. Agirê Newrozê ku li Rezanê hat pêxistin bi hezaran kes beşdar bû. Polîs û eskeran xwe li pîrozbahiyê ranegirt û êrîşî gel kirin. Gel berê xwe da Qada Batikentê û di heman rojê de li vir cara duyem agirê Newrozê hat pêxistin.
1997: LI QADA BATIKENTÊ 15 HEZAR KES NEWROZ PÎROZ KIR
Li Deriyê Çiyê pîrozbahiya bi beşdariya hezar kesî dest pê kir, dema dîrokê 21’ê Adara 1997’an dida nîşandan 15 hezar şêniyên Amedê li Qada Batikentê Newroz pîroz kir û pîrozbahiyê bi meşa heta Deriyê Çiyê bi dawî kirin. Di êrîşên pîrozbahiyan de li hin taxan bûyer qewimîn.
1998: TEVÎ QEDEXEYÊ JÎ NEWROZ HAT PÎROZKIRIN
Di sala 1998’an de pîrozbahiyên Newrozê hatin qedexekirin û dewletê carek din polîtîkaya xwe tund xist dewrê. Tevî qedexekirinê jî bi hezaran kes li Qada Batikentê agirê Newrozê pêxistin û pîroz kir.
1999: DI SIYA KOMPLOYA LI DIJÎ OCALAN DE DERBAS BÛ
Pîrozbahiya Newroza 1999’an di bin siya protesoyên komploya navdewletî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku pêk hatibû derbas bû. Di serî de li Amed û gellek bajarên herêmê qedexeya derketine derve û rewşa awarte hat îlankirin û pîrozbahî hatin qedexekirin. Gelê Amedê guh neda qedexeyan û komploya li dijî Ocalan şermezar kir û hem jî agirê Newrozê pêxist û pîroz kir.
SALÊN 2000’Î: GIHÎŞT SED HEZARAN
Her ku sal çûn beşdariya pîrozbahiyên Newrozê jî zêde bû. Dema sal gihîşt 2000’an Komîteya Amadekar a Newroza Amedê xwest li Deriyê Çiyê û Qada Batikentê pîrozbahiyan li dar bixe. Lê Walîtiya Amedê destûra ku qada Newrozê 12 kîlomîtro ji navenda bajêr dûr be da. Destûra newrozê Qada Fuarê hat dayîn. Li ser vê yekê li Qada Fuarê bi şîara “Ne înkar û ne jî cudakarî, komara demokratîk” Newroz hat pîrozkirin. 500 hezar kes tev li pîrozbahiyê bûye. Di sala 2002’an de jî li gel hemû astengî û qedexeyan bi beşdariya milyonek kes li Qada Fuarê Newroz hat pîrozkirin.
2003: JI ŞER RE NA GUH BIDIN AŞTIYÊ
Di sala 2003’an de pîrozbahiya Newrozê di atmosfera serdemek ku dixwestin partiya tevgera siyasî ya gelê kurd HADEP’ê bigirin hat lidarixistin. Li Amedê 42 saziyan barê pîrozbahiya Newrozê da ser milê xwe. Beriya pîrozbahiyê bi ser avahiyên HADEP’ê de girtin. Astengiya pîrozbahiyan derxistin asta herî jor. Bi hezaran polîsan ji bajarê derdorê anîn û pîrozbahî di bin siyas çekên polîsan de derbas bû. Hikumetê li Enqereyê maseya krîzê ava kir û pîrozbahiya Newrozê zindî temaşe kir. Tevî hemû astengiyan jî li qada 187 hezar metrekareyi nêzî milyonek kes Newrozê pîroz kir. Di pîrozbahiya 2003’an de bi sed hezaran kes bi dirûşma “Ji şer re na” qîr kir û hêrsa xwe li dijî hewldanên Ocalan ên aştiyê ku bêbersiv dihatin hiştin û deswerdana DYA’yê ya li dijî Iraqê nîşan dan û mohra xwe li pîrozbahiyan da.
GIRÊDAN JI BO OCALAN HAT ZIMAN
Di salên 2004, 2005 û 2006’an de bi milyonan kes herikî qadên Newrozê û di pîrozbahiyan de gel girêdana xwe ya ji bo Ocalan anî ziman û mohra xwe l pîrzbahiyan da.
2007: BI MILYONAN LI QADA NEWROZÊ BÛN
Di sala 2007’an de êdî Qada Fuarê ya Amedê têra pîrozbahiya Newrozê nekir û navnîşana pîrozbahiyê ya nû bû Qada Newrozê an go Parka Newrozê. Di pîrozbahiya 2007’an de gel li qadên Newrozê bal kişand ser tenduristiya Ocalan û got “Tenduristiya wî tenduristiya me ye” û vê dirûşmê mohra xwe li Newrozê da.
2008: ÊDÎ BES E
Di sala 2008'an de bi pêngava ji înkar û îmhayê re "Êdî Bes e" Newroz hat pîrozkirin. Ev dirûşm bi dengek bilind ji qada Newrozê bilind bû. Di pîrozbahiyê de daxwaza “Konfederalîzma Demorkatîk” û dijberiya AKP’ê mohra xwe li pîrozbahiyê da.
2009: SED HEZARAN LI OCALAN TEMAŞE KIRIN
Di sala 2009’an de pîrozbahiya Newrozê bi kelecana hilbijartina xwecihî hat pîrozkirin. Qadên Newrozê nîşaneya serkeftina hilbijartinê dan nîşandan. Newroz wek referandûmekê derbas bû. Di pîrozbahiyê de nirxandina Ocalan ên salên 90’î di sînevziyonek mezin da hat pêşandan û mohra xwe li pîrozbahiyê da.
2010: LI QADA NEWROZÊ LEHIYA MIROVAN
Di sala 2010’an de jî kevneşopiya Newrozê dîsa xera bnebû û nêzî milyonek û nîv kes herikî qada Newrozê û bi şîara “Rêberiya Azad, Nasnameya Azad û Xweseriya Demokraîk” hat lidarxistin. Newroz li 108 navendan hat pîrozkirin û li dijî polîtîkayên AKP’ê yên çareseriyê muxatabê çareseriyê Ocalan dan nîşandan.
2011: PIŞTÎ NEWROZÊ BÊÎTATIYA SIVÎL HAT DESTPÊKIRIN
Di sala 2011’an de jî bi milyonan kes beşdarî pîrozbahiyên Newrozan bûn û li Amedê newrozek bi heybet hat lidarixistin. Piştî pîrozbahiyên Newrozê li gellek bajaran bi sed hezaran kes ji qadên Newrozê herikî navendên bajaran û daxwaza wan çareseriya demokratîk mohra xwe li rojevê da. Piştî pîrozbahiyan konên çareseriya demorkatîk hatin vedan û bêîtatiya sivîl hat îlankirin.
2012: LI GEL QEDEXEYÊ JÎ SED HEZAR HERIKÎN QADA NEWROZÊ
Di sala 2012’an de Wezareta Karê Hundir pîrozbahiya Newrozê qedexe kir. Pîrozbahiya li Amedê jî hat qedexekirin. Tevî qedexeyê jî li Amedê nêzî milyonek kes dîwarên qedexeyan hilweşandin û ji çar milan ve herikîn Qada Newrozê û li qadê kom bûn. Li Qada Newrozê gel daxwaza “Bila nasnameya kurd bê nasîn”, “Mafê perwerdehiya zimanê dayikê”, “Statûya siyasî” û “Bila mafê rêxistinkinê ya kurdan bê pêk bê” kir û bi şîara “Êdî bes e, an azadî an azadî” ji bo çareseriyek demokratîk beyana xwe danî holê. Amed bi vê berxwedana xwe carek din mohra xwe li dîrokê da ku tu biryar nikarin Newrozê qedexe bikin.
2013: MANÎFESTOYA OCALAN MOHRA XWE LI NEWROZÊ DA
Di sala 2012’an de bi hezaran girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK’ê ketin greva birçîbûnê û xwestin tecrîdkirina Ocalan bidawî bibe û hevdîtin pê re bê kirin. Berxwedana girtiyan rê li ber çareseriyê vekir. Di 3’ê Çileya 2013’an de li Grava Îmraliyê hevdîtinên çareseriya dest pê kirin. Ocalan bi wesîleya pêvajoya çareseriyê manîfestoyek şand û bi beşdariya du milyona kes a Newroza Amedê de hat xwendin. Pîrozbahiya Newrozê derbasî rûpelên dîrokê bû. Bi peyama Ocalan re têkoşînê û pêvajo ket qonaxek din.
2014: JI ÇAR ALIYÊ CÎHANÊ ÎNSAN HERIKÎN NEWORZA AMEDÊ
Newroza sala 2014’an bi coşa Newroza 2013’an hat pîrozkirin. Ji herêmê, welat û ji gellek welatên dinyayê însan herikîn Newroza Amedê. Bi rojan berê mirov hatin Amedê. Roja 21’ê Adarê nêzî 3 milyon însan li Qada Newrozê li hev kom bû. Di vê pîrozbahiyê de yekemîn car peyama Hevserokê KCK’ê Cemîl Bayik li ekranên li kêleka platformê hatin sazkirin dan temaşekirin. Peyama Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî bi bêdengî hat guhdarkirin.
2015: BANGA OCALAN A DÎROKÎ
Di sala 2015’an de bi daxwaza “Ji Ocalan re azadî” bi bi beşdariya milyonan kes Newroza Amedê hat pîrozkirin. Ocalan peyamek dîrokî ya çareseriyê dîsa şand Newrozê û peyam bi baldarî hat guhdarkirin.
2016: BERXWEDANA SÛRÊ SILAV KIRIN
Piştî sala 2015’an polîtîkaya hikumeta AKP’ê guherî. Hevdîtina di navbera Ocalan û dewletê de hat bidawîkirin. Di 24’ê Tîrmeha 2015’an de şer hat destpêkirin û li bajaran qedexeyên derketine derve hatin îlankirin. Newroza Amedê bi şîara “Ji berxwedana Sûrê ber bi Newroza azadiyê ve” hat lidarxistin û bi sed hezaran kes dîwarê tirsê hilweşand û herikîn qada Newrozê.
2017: NEWROZA OHAL’Ê Û KEMAL KURKUT HAT KUŞTIN
Di sala 2017’an de piştî bi salan şûn ve Newroz dîsa di bin siya Rewşa Awarte (OHAL) de hat pîrozkirin. Newroza Amedê carek din bi rojek dîrokî hat pîrozkirin. Serê sibeha Newrozê li Qada Newrozê xwendekarê zanîngehê Kemal Kurkut ji aliyê polîsan ve hat kuştin û polîsan xwest rê li ber provokasyonek mezin bê vekirin. Tevî vê provokasyonê jî girseya gel bi coşek mezin Newroz pîroz kir û gel li dijî pêkanînên antî demokratîk ên OHAL’ê bertek nîşan da.
2018: LI DIJÎ DESTWERDANA EFRÎNÊ BERTEK
Di sala 2018’an de bi sed hezaran kes herikî Qada Newroza Amedê û bi piranî girse ji ciwanan pêk dihat. Di pîrozbahiyê de destwerdana li dijî Efrînê mohra xwe li pîrozbahiyê da û piştî pîrozbahiyê polîsan mudaxeleyî gel kir.
NEWROZA 2019’AN: EM Ê TECRÎDÊ BIŞKÎNIN
Di Newroza 2019’an yanî îsal de tê payîn dê berxwedana grevên birçîbûnê ya ji aliyê Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ve hat destpêkirin û li tevahiya girtîgehan belav bû mohra xwe li pîrozbahiyê bide. Newroza îsal dê bi şîara “Em ê tecrîdê bişkînin û em ê teqeze bi ser bikevin” bê pîrozkirin û li bendê ye bi sed hezaran kes beşdarî pîrozbahiyê bibe.