EDENE - Ciwanan li Edenê, ji bo Zulkuf Gezen ê bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dawî li jiyana xwa anî, li ser dîwaran nivîs nivîsandin.
Ciwanên endamên Înîsiyatîfa Gel a Demokratîk a Çûkûrova, ji bo Zulkuf Gezen ê bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2 a Tekîrdagê dawî li jiyana xwe anî û polîsan cenazeyê wî ji balafirgeha Atatûrkê ya Stenbolê revandin û beyî ku destûrê ji malbatê bixwazin veşartin, çalakî pêk anîn.
Ciwanan li Taxa Denîzlî ya Navçeya Seyhanê, dest pêkê wêneyê Gezen daleqandin û dûre li ser dîwarên taxê “Berî 37 salan Mezlûm Dogan û piştî 37 salan dîsan di meha Adarê de Zulkuf Gezen”, “ Şehîd namirin”, “Deng bide berxwedanê”, “Zulkef Gezen bêmirine”, “Leyla Guven rûmeta me ye” û “Kilîta aştyê li Îmraliyê ye” nivîs nivîsandin.