DÎLOK – Malbatên mexdûr, biryara der barê Komkujiya Dîlokê de nirxandin û gotin: "Hîn jî em nizanin xwekuj kî ye, kî plansaziya bûyerê kiriye û kî bûye pêk aniye."
Di 20'ê Tebaxa 2016'an de li Taxa Beybahçe ya Dîlokê DAIŞ'ê li hemberî daweteke kurd êrîşeke xwekujiyê pêk anîbû. Di êrîşê de 40 jê zarok 56 kes jiyana xwe ji dest dabûn. Piştî bûyerê doz hatibû vekirin û bi hinceta ewlehiyê doz li Dadgeha Cezayê Giran a 4'an a Kayseriyê pêk hat. Hefteya borî bêyî ku nasnameya xwekujer bê tespîtkirin dadgehê der barê bersûcên heyî de biryar dabû. Malbatên mexdûr biryara heyî nirxandin. Zeynel Çelîkten ku di komkujiyê de kurê wî Abdulhalîm Çelîkten (15) jiyana xwe ji dest dabû got: "Hîn jî em nizanin xwekuj kîye, kî plansaziya bûyerê kiriye û kî bûye pêk aniye."
Arap Ayhan ku di teqînê de keça wî Ferîde jiyana xwe ji dest da û hevjîna wî û 2 zarokên wî jî birîndar bûbûn, diyar kir ku ew li bendê bûn ku cezayên giran bên birîn û got: "Di dosyeyê de du kesên muhîm hebûn; Fadîle Cabael û Hamza Çalikûşû. Dadgehê der barê wan de biryara beraetê da. Em li bendê bûn ku cezayê muebetê li wan bê birîn. Parêzer dibêjin, kiryarên sereke nehatine girtin, tên veşartin. Lê em hay ji vê yekê tune ne. Min bawer nedikir di vê teqînê de kes bi saxî bifilite. Dîmena li wir hîn jî li ber çavên min e. Biryara dadgehê hindek be jî em rihet kirin. Heta wê çaxê rihetî ji me re tune bû. Ji lewre jiyana li me kiribûn zindan. Helbet ji ber doz li Kayseriyê bû em pir tengijîn. Ger li Dîlokê bûna, wê malbat bêtir xwedî li dozê derketana."
‘HETA SIBEHÊ RANEKETIM'
Hevjîna Arap Ayhan, Zehra Ayhan jî diyar kir ku roja wê biryar bê aşkerekirin xew bi çavê wê neketiye û got: "Êvarî dema hevjînê min hat malê biryar ji me re got. Kêfxweş bûm ji ber ku cezayê muebetê li kiryaran hatiye birîn. Hindik be jî hinekî rihet bûm. Heta sibehê ranektim. Ji kêfa xew bi çavê min nekt. Kesên ev tişt anîn serê me, îneşele w di girtîgehan de birizin. Belkî di girtîgehê de heşê wan were serê wan. Min bi zor û heft bela keça xwe mezin kiribû. Kujer hatin û ew ji min stendin. Lê biryara dadgehê hinekî ez rihet kirim. Mala parêzeran jî ava be."
‘NE DIYAR IN'
Zeynel Çelîkten jî, diyar kir ku roja bûyerê ew li komeleyê bû û bi dengê teqînê re ber bi dawetê ve baz daye û got: "Mala me li jêrê bû. Be rbi malê ve beziyam. Keça min a biçûk li malê bû. Min jê pirsî ku dayika wê li kuderê ye. Wê jî got 'Bavo teqînek çêbû her kes mir.' Wê kêliyê her kes li dawetê bû. Eger ev teqîn 5 deqe zûtir pêk bihata, ne 56 kes wê bi sedan kes bimirana. Wexta çûm cihê teqînê, hevjîna min li qadê digeriya. Min jê pirsî çibûye. Lê bersiv neda. Hişê wê ne li serê wê bû. Ên li wir hemû wisa bûn. Kes nedaixvî. Xwezî tiştekî wisa neqewimiyana. Ji kesên mirin ên herî mezin 20-21 salî bûn. Hîn jî em nizanin xwekuj kîye, kî plansaziya bûyerê kiriye û kî bûye pêk aniye."
‘BELKÎ SIBÊ BÊN BERDAN JÎ'
Çelîkten got: "Me dixwest kî bûbe sedema vê teqînê, kî îhmalkarî kiribe bi cezayê muebetê bê darizandin. Jixwe ên ev bûyer pêk anîne ne mirov in. Li dadgehê kî derketibe pêşberî me, em wan dizanin. Em hay ji paşperdeya wê tune ne. Kesê çû hew vedigere. Daxwaza me tenê edalet e. Cezayê muebetê hat birîn. Eger cezayekî hîng irantir hebûya, me ew dixwest. Çimkî çi ceza li van kesan bê birîn jî kêm e. Bi cezayê hatiye birîn rihet nebûm. Kî çi zane belkî sibê bên berdan jî. Dibe ku teqînên hîn mezintir jî bikin."
Hevjîna Zeynel Çelîkten, Husnam Çelîkten jî diyar kir ku ew pir bêriya kurê xwe dike û got: "Cezakirina wan hindik be jî em rihet kirin. Înşelleh wê êşên mezin bikişînin. Daxwaza me cezakirina wan bû. Şikir ew pêk hat."
MA / Muhamed Abdulkadîr Esen