STENBOL - Şahidên grevên birçîbûnê û rojiyên mirinê yên sala 1996'an gotin: "Em dixwazin tecrîd bi dawî bibe. Em bang li gelê kurd û derdorên demokrat û şoreşger dikin; Em bibin dengê Leyla Guvenê û hêzê li hêza wê zêde bikin."
Di sala 1996'an de piştî hat xwestin girtyiyan neqlî girtîgehên bi hucre bikin, li girtîgehên Tirkiyeyê çalakiyên greva birçîbûnê û rojiya mirinê pêk hatin. Di 26'ê Gulana 1996'an de li 43 girtîgehan 2 hezar û 174 girtî dest bi greva birçîbûnê kiribûn û piştî demekê ev çalakî veguherîbû rojiya mirinê. Çalakî di roja 69'an de bi dawî bûbû.
Şahidên wê demê, pêvajoya niha nirxandin.
'ME NIKARIBÛ BIFIRKÎNE, GOŞTÊ WAN DIWEŞIYA'
Gulşen Tagaç, anî ziman diyar kir ku tu kes heta mecbûr nemîne nakeve greva birçîbûnê û got: "Keça min Sevgî, di rojiya mirinê ya 1996'an de daketibû 35 kîloyan. Wê çaxê girtîgeh şewitandin û bombe avêtin. Wê çaxê keça min behs dikir. Li girtîgehê bi tesadufî texteyek dîtiye û avêtiye hewadariyê. Piştî hundur jehrî bûye daketine hewadariyê. Li hewadariyê ew texte hilgirtiye û daniye ser serê xwe. Wê çaxê bombeyek hatiye li serê wê ketiye. Lê ne ji ber wî textî bûna belkî niha keça min ne saxbana." Tagaç, anî ziman ku keça wê bêcemeyek jê xwestiye û got: "Ji bo germ bibe, min çû eşofman kirî. Keça min got 'dayê em nikarin evana li xwe bikin, bedena me nikare hilgire.' Yanî beden nikaribû eşofmanekî hilgire. Giriyam û ez çûm, min bêceme kirî. Wexta me ew dişûş, me nikaribû pişta wan bifirkîne. Goştê wan diket. her ku ew roj tên bîra min, hestiyên min direhilin."
Tagaç, bal kişand ser çalakiya Leyla Guven û got: "Silavan ji zarokên di greva birçîbûnê de ne dişînim. Rêza min ji bo wan heye. Leyla Guven rûmeta me ye. Li ber vîna wê bejna xwe ditewînim. Dibe mirov bên girtin, lê eger dewlet wan digire nexwe divê wan biparêze û şert û mercên jiyaneke mirovane peyda bike." Tagaç, bang li gel kir û got: "Jiyana li nav çar dîwarn pir zor e. Bila mirov destê xwe deynin ser wijdanê xwe. Bila xiyal bikin, ew ê hîs bikin ku jiyana li nav çar dîwaran."
‘MA HETA KENGÎ?'
Nûran Atmaca, meta Ahmet Tûran ku di 96'an de ket rojiya mirinê, got: "Wexta min bihîst Leyla Guven dest bi greva birçîbûnê kiriye, mûyê canê min çik bûn." Atmaca, anî ziman ku ew roj dîsa hatin bîra wê û got: "Min kiryarên wê demê qet jibîr nekirine. Wê heta hetayê destê min di qirika wan de be. Lê belê niha AKP, ji wan xirabtir e. Em, insanên vî welatî ne. Ev zilm ji bo çî ye? Ma ê heta kengî dewam bike? Nexwe bila Kurdistan bê avakirin. Li meclîsê parlementer hatin binçavkirin. Diçin çiyê hûn dibêjin 'terorîst.' Li meclîsê siyasetê dikin, hûn hevserokan, parlementeran digirin. Hûn doza çi din? Em baş dizanin hûn hevalê kê ne. Hûn dibên qey em ehmeq in. Em ne ehmeq in."
‘EM HÊZÊ LI HÊZA LEYLAYÊ ZÊDE BIKIN'
Atmaca, destnîşan kir ku armnaca çalakiyên greva birçîbûnê têkşikandina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e û got: "Çend sal in nahêlin Abdullah Ocalan kesî bibîne. Ev di girtîgehê de girtîgeheke din e. Wekî girtiyên din mafê wî ye jî ku malbata xwe û parêzerên xwe hevdîtinê çêbike. Em dixwazin tecrîd bi dawî bibe. Leyla Guen rûmet û vîna me ye. Ez jî wek wê difikirim. Em ê bi ser bikevin. Wekî din tu çare tune ye. Ez bang li gelê kurd û derdorên demokrat û şoreşger dikim; Em bibin dengê Leyla Guvenê û hêzê li hêza wê zêde bikin."
Fatma Îtmeç, destnîşan kir ku ew şahida rojiyên mirinê yên sala 1996'a ye. Îtmeç, bilêv kir ku wê demê jî wan zilma heyî qebûl nedikir û got: "Leyla Guven, miroveke birûmet e. Di vê pergalê de, berxwedana wê berxwedaneke watedar e. Em diwxazin ev berxwedan bi ser bikeve. her roj mirov tên binçavkirin, tên îşkencekirin û civak tê tecrîddkirin." Îtmeç, bilêv kir ku ew li dijî tecrîdê ne û got: "Em li cem Leyla Guven in. Em li dijî tecrîdê ne, em dixwazin tecrîd bi dawî bibe. Divê mirov bi hev bawer bin û bên cem hevdu û ji bo têkşikandina tecrîdê bitêkoşin."