STENBOL - Endamê Komîtoya Amadekar Atîlla Ozdogan, diyar kir ku di pêvajoyeke ku tecrîd, grevên birçîbûnê û hilbijartin di nav hev de ne pîrozkirina Newrozê girîng e û got: "Divê Newroz veguhere xwepêşandaneke bihişmet a tevgera gel."
Newroza îsal bi dirûşmeya "Em ê bi ser bikevin, em ê tecrîdê bişkînin" tê pîrozkirin. Îsal wê li Stenbolê Newrozê di 24'ê Adarê saet di 12'an de li qada Bazara Bakirkoyê bê pîrozkirin. Endamê Komîteya Amadekar a Newrozê Atîlla Ozdogan, diyar kir ku ew ê ji ber hilbijartina 31'ê Adarê Newrozê di 24'ê Adarê de li Qada Bazarê ya Bakirkoyê pîroz bikin.
Ozdogan, bilêv kir ku ew bi girseyeke mezin Newrozê pîroz bikin û got: "Em Newrozê di nêvengeke polîtîk a germ de pîroz dikin. Zêdetirî 4 meh in bi pêşengiya Birêz Leyla Guven çalakiyên greva birçîbûnê didomin. Armanca çalakiyên greva birçîbûnê têkşikandina tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan e."
‘EM Ê VEGUHERÎNIN ŞAHIYA AŞTIYÊ'
Ozdogan ku diyar kir ku ew d pêvajoyeke ku tecrîd, çalakiyên greva birçîbûnê û hilbijartinê de Newrozê pîroz dikin û got: "Li Tirkiyeyê em di van şert û mercan de Newrozê pîroz dikin. Di şert û mercên wisa de pîrozkirina Newrozê pir watedar û girîng e. Em ê bi beşdarbûyîneke mezin Newroza Stenbolê veguherînin şahiya aştiyê."
‘WÊ VEGUHERE XWEPÊŞANDANA TEVGERA GEL'
Ozdogan, bi bîr xist ku ew ê beriya hilbijartina 31'ê Adarê Newrozê pîroz bikin û got: "Wê gel di hilbijartinê de peyama 'eger mafê min ê dengdayînê hebe û vîna min hebe, ez naxwazim kes dest bide vê vîna min.' Divê di vî warî de dersekê bidin bloka AKP-MHP'ê. Nêzî 20 sal in AKP bi polîtîkayên talanê şaredariyên mezin ên Stenbol, Enqere, Mêrsîn û Edeneyê bi rê ve dibe. Rewşa bajêr li holê ye. Hemû veguheriye betonê. Xizanî heta qirikê ye. Tenê polîtîkayên rantî tên meşandin. Eger li vir ji dest îktîdarê biçe, wê îktîdar biheje. HDP, li gelek deveran namzet nîşan neda. Ev helwesteke polîtîk e. Hewlda ji bo hêzên demokrasiyê qadê vebike. Piştî vê bloka AKP-MHP'ê ket nav telaşê. Ev jî tê wateya ku gava hatiye avêtin rast e. Îjar ji ber vê di nêvengeke wisa de pîrozkirina Newrozê divê veguhere xwepêşandaneke bihişmet a tevgera gel."
‘MEŞALEYA MAZLÛM ROJHILATA NAVÎN RONÎ DIKE'
Ozdogan, anî ziman ku ji bo kurdan Newroz pir girîng e û got: "Niha zilma Dehqaên serdema me didome. Li hemberî vê jî berxwedana Kawayên serdema me jî didome. Meşaleya Mazlûm Dogan, niha Rojhilata Navîn ronî dike. Yanî heta Dehaq hebin wê Kawa jî hebin û wê ev berxwedan dewam bike."
Ozdogan, anî ziman ku ew ê bi beşdarbûyîna bi sed hezaran Newrozê pîroz bikin û xwest hemû saziyên demokratîk, derdorên demokratîk tev li pîrozbahiya Newrozê bibin.
BANGAWAZÎ
Endama Komîteya AMadekar a Newrozê Çîçek Ariç jî got: "Kesên dibêjin em mirov in û divê tecrîd bê şikandin, divê werin. Ji bo şikandina vê pêvajoyê divê her kes bê qadê. Divê her kes bi reng û dengê xwe bê. Divê jinên li Qada Taksîmê meşiyan bi heman ruhî werin qada Newrozê jî. Divê jin bi rengê xwe li qadê bin û bibin dengê Leyla Guven."