MÊRSÎN – Ridvan Kiliç ku li Girtîgeha Tîpa T a Bafraya Samsûnê ji 7'ê Çileyê ve di greva birçîbûnê de ye got: "Armanca me bi bilindakirina ruhê berxwedana 14'ê Tîrmehê, têkşikandina tecrîda li ser Ocalan e. 20 salan em bêdeng man, lê êdî em ê bêdeng nemînin."
Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dabû destpêkirin di roja 133'yan de didome. Her wiha bi heman daxwazê li girtîgehan jî çalakiya greva birçîbûnê didome. Yek ji van girtiyan jî Ridvan Kiliç e ku li Girtîgeha Tîpa T a Bafraya Samsûnê ji 7'ê Çileyê ve di greva birçîbûnê de ye. Kiliç, di sala 2011'an de bi "rêvebertiya rêxistinê" hatiye girtin û 17 sal ceza lê hatiye birîn.
Dayik Sabîha Kiliç, diyar kir ku 10 roj berê kurê xwe dîtiye û kurê û girtiyên din nêzî 12 kîloyan zihîf bûne, lê belê moralê wan xurt e û heyecana wan zêde ye. Kiliç, bal kişand ser zext û zoriyê li girtîgehan û got: "Ji roja ku kurê min ketiye greva birçîbûnê xweşikî nikarim li malê xwarinê çêbikim. Divê êdî rayedar gavina bavêjin. Çimkî kurê min li ber çavê min dihele. Bawer bikin bi şev û biroj em li wan difikirin. Bi şev xew bi çavê me nakeve. Êdî em nizanin em çi dikin. Tenê ne kurê min, girtiyên din jî di bîra me de ne."
‘EM Ê ÇALAKIYA XWE BIDOMÎNIN'
Kiliç, anî ziman ku kurê wê di 14'ê Adarê de lê geriyaye û ji bo raya giştî ev peyam şandiye: "Li Girtîgeha Tîpa T a Bafrayê hevalek me di 1'ê Çileyê de û 5 hevalên me jî di 5'ê Çileyê de ketin greva birçîbûnê. 41 heval jî di 1'ê Adarê de ketin greva birçîbûnê. Em bawer dikin em ê bi ser bikevin. Armanca me bi bilindakirina ruhê berxwedana 14'ê Tîrmehê, têkşikandina tecrîda li ser Ocalan e. 20 sal in Ocalan tê tecrîdkirin. 20 sal in em bêdeng mane, lê em ê ji niha û şûnde bêdeng nemînin. Heta Ocalan azad nebe wê berxwedana me dewam bike. Heta em bi ser nekevin wê çalakiya me dewam bike. Bila her kes baş zanibe. Heta tecrîd neyê şikandin faşîzm narûxe û Kurdistan azad nabe. Loma em bang li her kesî dikin ku rabin ser piya destekê bidin berxwedana me, berxwedana Leyla Guven û hevalên me. Em ê bi vî awayî bi ser bikevin. Eger wisa nebe, wê bedêl bên dayîn."
MA/ Ergin Çaglar