WAN - Namzetên HDP'ê yên Westana Wanê Melek Arapoglû û Veysî Şeker, gotin êdî gel AKP'ya ku 15 sal in navçeyê bi rê ve dibe naxwaze û wê westanî ji AKP'ê re bêjin "êdî bes e."
15 sal in Şaredariya Westana Wanê di dest AKP'ê de ye. HDP'ê di hilbijartina herêmî ya 2014'an de bi 7 dengan şaredarî winda kir. Namzetên HDP'ê yên Westanê Melek Arapoglû û Veysî Şeker, destnîşan kirin ku êdî gel AKP'ê naxwaze û dibêje "êdî bes e."
Namzet Arapoglû, diyar kir ku li her derê ew bi coşeke mezin tên pêşwazîkirin û her ku hilbijartin nêztir dibe tempoya xebatên wan jî zêde dibe û got: "Em diçin kuderê ewm ji westaniya rica dikin ku êdî şansekî bidin HDP'ê. Jixwe gel bixwe jî ji rewşa heyî nerihet e."
‘WESTAN JI AKP'Ê ADIZ E'
Arapoglû, bilêv kir ku 15 sal in şaredarî di dest AKP'ê de ye û soza çi dabe nekiriye û got: "Her kes, berî ku bên hin sozan didin. Lê belê piştî li ser qoltixê rûdinên sozên xwe ji bîr dikin. Ji gel dûr dikevin. 15 sal in şaredarî di dest AKP'ê de ye, lê belê tu tişt nekiriye. 90 sal in Westan şaredarî ye. Lê belê di warê xizmetê de pir lawaza e. Gel êdî AKP'ê naxwaze û bihêrs e."
‘EM Ê WESTANÊ BI RENGÊ JINÊ BOYAX BIKIN'
Arapoglû, destnîşan kir ku ew ê şaredariyê ji AKP'ê xelas bikin û got: "Em ê navçeyê bi rengê jinê boyax bikin. Em ê di warê aborî û turîzmê de navçeyê bipêş bixin. Em ê navçeyê bi nêrîna jinê bi rê ve bibin. Li Westanê, îstihdama jinê kêm e. Em ê li ser esasên jinê şaredariyê bi rê ve bibin û qadên îstihdamkirinê ava bikin. Li navçeyê tu xebatên AKP'ê yên ji bo jinan tune ye. Em ê projeyên xwe li ser asasên pergala hevserokatiyê pêk bînin." Arapoglû, destnîşan kir ku ew ê şaredariyê bi ferqeke mezin bi dest bixin û tevî gel bi rê ve bibin.
Namzet Şeker jî, 15 sal in AKP li navçeyê tiştek nekiriye û ew diçin kuderê pirsgirêk hene. Şeker got: "Her wiha li navçeyê aborî nemaye. Ji navçeyê Wanê herî zêde mirov ji Westanê koç dikin." Şeker, diyar kir ku li navçeyê turîzma havînê û zivistanê heye û got: "Her wiha navenda çandinî û sewalvaniyê ye jî. wê di warê turîzm û çandiniyê de gelek projeyên me hebin. Em şaredariyê bi dest bixin, em ê van projeyan pêk bînin."
‘MIL BI MIL'
Şeker, diyar kir ku projeyên wan ên der barê çandinî, malên jiyanê yên jinan, li her taxan qadên semtî, serevanî û sahîla Westanê de hene. Şeker, bilêv kir ku pêşî ew ê di warê ferasetê de hin tiştan biguherînin û got: "Em ê ji gel re bêjin şaredarî a wan e û wê di hemû civênên biryargirtinan de cih bigirin. Yanî em û gel em ê mil bidin milê hevdu û bi feragatî navçeyê bikin warê jiyan. Gelê me esas nehat girtin. Lê belê wê gelê me di 31'ê Adarê de evan tiştan hemûyan bîne ber çavan û biçe ser sindoqê. Em ê di 31'ê Adarê de Westanê biguherînin."