EDENE/ÎZMÎR - Polîsan bi ser avahiya Rêxistina HDP'ê ya Edeneyê de girt û Hevseroka Bajêr Gulseren Tûral jî di nav de 12 kes binçavkirin. Li Îzmîrê jî 10 kes hatin binçavkirin.
Polîsan di saetên serê sibê de bi ser avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Edenê de girtin. Polîsên ku bi maşîneyên zirxî avahiya partiyê dorpêç kirin û ketin hûndirê avahiyê, îdîa kirin ku "potser, pankart û afîşên qedexekirî" di hûndir de hene. Di operasyonên hemwext ên li bajêr pêk hatin de, Hevseroka Bajêr Gulseren Tûral jî di nav de 12 endamên partiyê hatin binçavkirin. Kesên di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Edenê dayî destpêkirin de hatin binçavkirin, li Miduriyeta Polîsan a Bajêr tên girtin.
Di operasyona li dijî HDP'ê de, Hevseroka Bajêr Gulseren Tûral, Endamê Namzetê Meclîsa HDP'ê ya Şaredariya Seyhanê Huseyîn Beyaz, Rêveberê HDP'ê yê Edenê Zekî Eren û 9 HDP'iyên navên wan nehatin zanîn hatin binçavirin.
ÎZMÎR
Di serdegirtinên malan ên Îzmîr û navçeyan de jî 10 kes hatin binçavkirin. Di serdegirtinên malan de polîsan dest danîn ser telefon, bîlgîseyar û amûrên dîjîtal. Hevserokê DBP'ê yê Bornova Abdullatîf Kaplan, Emanet Ozturk, Abidîn Ozturk û 7 kesên navên wan nehat zanîn, hatin binçavkirin.